IRNA: Di êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê de 11 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ajansa nûçeyan a fermî IRNA'yê, di encama êrîşên Amerîkayê yên şeva borî li ser Îranê de, 11 kes hatin kuştin.
Ajansê diyar kir, di êrîşeke mûşekî a li ser parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavayê welat de, 7 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî IRNA'yê, 4 kesên din ku di ahengeke dawetê de bûn li bajarê Kuhistakê li parêzgeha Hurmizganê li başûrê rojhilat canê xwe ji dest daye.
Hêzên Amerîkayê şeva borî 1ê Îlonê, êrîşeke asmanî ya berfireh li ser xalên Supayê Pasdarên Îranê li derdora Tengava Hurmizê û peravên başûrê wî welatî pêk anî.
Di heman demê de dengê gelek teqînên bihêz li bajar û giravên peravî yên Îranê li ser Kendav û Deryaya Umanê hatin bihîstin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, hêzên wan saet 07:00'an bi dema Herêma Kurdistanê, dest bi bombebarankirina gelek xal û armancên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, ev êrîş di bersiva hewldanên dawî yên Supayê Pasdaran de hatiye, ku Îranê hewl dida keştîvaniya bazirganî li Tengava Hurmizê armanc bigire û êrîşî ser leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike.