Amerîkayê stratejiya "Tanker li Dijî Tanker" li hember Îranê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê ji bo rûbirûbûna Îranê li Tengava Hurmizê stratejiyeke nû ya bi navê "Tanker li dijî Tanker" ragihand. Di çarçoveya vê siyasetê de, Amerîkayê li peravên Îranê du keştiyên petrolhilgir kirin armanc.
Piştî zêdebûna rageşiyê li Tengava Hurmizê, Amerîkayê stratejiya xwe ya serbazî ya li dijî Îranê guhert. Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump plana "Tanker li dijî Tanker" pejirandiye.
Ev stratejiya nû armanc dike ku Îranê ji êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên navdewletî dûr bixe. Li gorî vê planê, her keştiyek ku ji aliyê Îranê ve were armanckirin, Amerîka dê di bersiva wê de, tankereke Îranê rasterast bike armanc û jinav bibe.
Di gava yekem a vê stratejiyê de, dronên Amerîkayê beşa motorê ya du tankerên Îranê li nêzî peravên Îranê bi giranî wêran kirin.
CENTCOM: Me li 100 armancên leşkerî da
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) aşkere kir, di operasyonên dawî de, nêzî 100 armancên leşkerî hatine lêdan. Di nav van armancan de ev cih digirin:
- Baregehên Supaya Pasdaran û saziyên deryayî.
- Sîstemên berevaniya asîmanî û radar.
- Sekoyên avêtina mûşekên kruz û dronan.
- Navendên têkiliyê û şiyanên vedana mînan.
Washington destnîşan kir, van êrîşan şiyana êrîşkar a Îranê li Tengava Hurmizê bi awayekî berçav lawaz kiriye.
Tevî rageşiyê jî, Amerîka parastina keştiyên bazirganî didomîne. Hat ragihandin ku duh Sêşemê, piştî ku Amerîkayê çend mûşek û dronên Îranê di asîman de teqandin, 40 keştî bi silametî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Bersiva Îranê: Êrîşî baregehên li navçeyê kir
Ji aliyê xwe ve, Îranê di bersiva van êrîşan de mûşekên balîstîk û dron ber bi baregehên Amerîkayê yên li Urdin, Kuweyt, Behreyn û Iraqê ve avêtin.