Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariyê li ser berfirehbûna şer dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li ser egera berfirehbûna aloziyan û girtina firokxaneyan hişyarî da.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro 2ê Îlona 2026an daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn, rewşa ewlehiyê ya aram e û egera berfirehbûna aloziyan bi awayekî nepêşbînîkirî heye.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn kir ku bi temamî hişyar bin û haydarî egera hilweşandina geştên esmanî û girtina firokxaneyan bin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hate tekezkirin, divê ew Amerîkiyên ku geştê bo Rojhilata Navîn dikin, bi hûrgilî haydarî agahiyên taybet ên firokxane û geştên xwe bin.
Derbarê gefan de, daxuyaniyê aşkere kir ku navend û cihên Amerîkî hatine armancgirtin. Herwiha hişyarî da ku dibe Îran û komên nêzî wê, berjewendiyên Amerîkayê bikin armanc.