Di encama êrîşên Amerîkayê de, 4 firokevanên leşkerî li Kirmaşanê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çar leşkerên firokevan ên parêzgeha Kirmaşanê di êrîşên şeva borî yên Amerîkayê de hatine kuştin. 

Ajansa nûçeyan a "IRNA" belav kir, di encama êrîşên şeva borî 1ê Îlonê yên Amerîkayê yên li ser çend navçeyên li başûrê Îranê de, 20 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne. 

Li gorî zanyariyên ajansê: 

- Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 4 leşkerên firokevan hatine kuştin. 

- Li parêzgeha Xuzistanê, 8 kes hatine kuştin û heft kesên din jî birîndar bûne. 

- Li parêzgeha Hurmizganê, 4 kes di dawetekê de hatine kuştin. 

- Li girava Lawanê jî, 4 endamên hêzên Basîcê hatine kuştin. 

Ev di demekê de ye, derengiya şeva borî Amerîkayê êrîşî ser çend baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran li başûrê Îranê kiribû. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşan de ragihand, êrîşên wan ên "mezin û bihêz" wek bersivekê bûn ji bo "hewldanên binketî yên Îranê yên ji bo danîna mînan di Tengava Hurmuzê de" û herwiha avêtina heşt mûşekan li ser baregeha wan a leşkerî li Urdinê, ku hemû hatine têkbirin. 

Supaya Pasdaran a Îranê jî wek bersivekê ji bo êrîşên şeva borî yên Amerîkayê, bi dron û mûşekên balîstîkî êrîşî ser welatên Kuweyt, Urdin, Behreyn û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.