Keştiyeke petrolhilgir li Stenbolê noq bû û 10 kes winda ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beravên navçeya Silivriya Stenbolê du keştiyên petrolhilgir li hev ketin, keştiyek bi 10 keştîvanên xwe ve noqî avê bûye û 10 kes winda ne.

Parêzgariya Stenbolê derbarê qezaya li deryayê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, bûyer berbanga îro 2ê Îlonê, saet derdora 03:00’an, li başûrê beravên Silivriyê pêk ketiye.

Keştiya ya bi navê "ALSU" ku ji Kocaeliyê ber bi Aliagayê ve diçû û keştiya bi navê " Tugberk İmamoglu" ku ji Îskenderûnê ber bi KaradenizereGliyê ve diçû, li hev ketin. Di encama pişkinînên destpêkê de, di keştiya bi navê "Alsu" de ziyaneke mezin çênebûye.

Hat ragihandin jî, peywendî bi keştiya "Tugberk İmamoglu" û 10 keştîvanên tê de bi temamî qut bûye. Piştî bûyerê, tîmên Emniyeta Beravê û Fermandariya Ewlekariya Beravê ya Marmarayê bi gelek keştî û helîkopteran dest bi operasyoneke berfireh a lêgerîn û rizgarkirinê kirin.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê, Abdulkadir Uraloglu derbarê karesatê de got: "Keştiya Tugberk İmamoglu noqî avê bûye. Di keştiyê de bi tevî kaptanan, 10 keştîvan hebûn, lê mixabin hîn em negihiştine ti kesî. Banga hawarê saet 03:26’an gihîşt me. Em dikarin bibêjin ku di nava 11 xulekan de keştî bi lez noqî avê bûye. Heya niha ti kes bi saxî nehatiye dîtin."

Xebatên tîmên rizgarkirinê yên li herêmê, hem ji asman û hem jî ji li deryayê bi awayekî dijwar berdewam dikin.