Serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê manşeta sereke ya rojnameyên wî welatî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serok û berpirsên Îmaratê li bajarê Ebû Dhabî, giringiyeke mezin dît û bû manşeta sereke ya jimara îro ya rojnameyên herî mezin û diyar ên wî welatî. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 1ê Îlona 2026an, di çarçoveya serdaneke fermî de ji bo bajarê Ebû Dhabî, ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan û Cîgirê Serok û Hikmdarê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm civiya. 

Serdan û naveroka civînan, dengvedaneke mezin di medyaya Îmaratê de hebû. Îro 2ê Îlonê hemû rojnameyên fermî û navdar ên wî welatî di nav de (Al Ittihad, Al Bayan, Al Khaleej, Al Watan û The National a îngilîzî) rûpela yekem û manşeta xwe ya sereke ji bo romalkirina hevdîtinê terxan kirin.

Naveroka rûmala rojnameyan: 

Rojnameyên Imaratê li ser mijarekê hevaheng bûn û di manşetên xwe de tekezî li ser çend xalên girîng kirin ku di civînê de hatine nîqaşkirin, ji wan jî: 

Bihêzkirina ewlehî û aramiyê: Piraniya rojnameyan (wek Al-Ittihad û Al-Khaleej) di manşeta sereke de nivîsîn: "Serokê Dewletê û Mesrûr Barzanî. Çespandina faktorên ewlehî, aramî û aştiyê li Rojhilata Navîn".

Pêşxistina peywendiyan: Rojnameyên (Al-Bayan û Al-Watan) bal kişandin ser bihêzkirina peywendiyên dostane yên di navbera Imarat û Iraqê de bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, bi mebesta pêşxistina hevkarîyê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du gelan bike.

Aborî û avadanî: Di beşeke din a rapora rojnameyan de hatibû destnîşankirin, her du aliyan hêvî kirine ku ev cure civîn bibin sedema pêkanîna daxwazên gelan ji bo geşepêdan û avakirina paşerojeke geştir.

Rojnameya The National: Wek rojnameyeke pêşeng a bi zimanê îngilîzî, bi wêneyeke mezin a her sê serkirdeyan li ser rûpela yekem nivîsî: "Serkirde pêşwaziyê li Serokwezîrê Kurdistanê dikin", û bal kişand ser beşdarbûna berpirsên din ên Imaratî ji wan Şêx Hemdan bin Zayid di hevdîtinê de.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Mîrnişîna Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) de di salên borî de geşedaneke berbiçav bi xwe ve dîtiye. Rêberên her du aliyan berdewam tekezî li ser berfirehkirina asta pevguhertina bazirganî û handana veberhênerên emaratî dikin, bo kar di projeyên çandinî, geştyarî û jêrxana Herêma Kurdistanê de. 

Serdanên li pey hev yên Mesrûr Barzanî bo wî welatî û pêşwaziyên germ yên rêberiya Îmaratê, nîşana rola giring a Herêma Kurdistanê ye wek hevkareke pêbawer li navçeyê.