Wezareta Darayî ya Iraqê: Sîstema Asycuda li dergehên Herêma Kurdistanê tê çalakkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Iraqê ragihand, kar ji bo cîbicîkirina sîstema elektronî ya "Asycuda" li dergehên Herêma Kurdistanê tê kirin û ji meha 10an a îsal ve jî wergirtina pêşwext a resmên gumrikî dest pê dike.
Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî îro 2ê Îlona 2026an ligel tîma pisporên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNCTAD) û berpirsên gumrukê civiya. Di civînê de geşepêdana sîstema "Asycuda" û mijara cîbicîkirina wê li dergehên gumrikî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Darayî diyar kir, cîbicîkirina vê sîstemê li Herêma Kurdistanê dê bibe sedema yekxistina rêkaran, bihêzkirina çavdêriya gumrikî li ser asta neteweyî û rêgirtina li binpêkirinan.
Her di civînê de hat biryardan ku ji 1ê Cotmeha 2026an ve, resmên gumrikî bi şêweyê pêşwext di dema veguhastina dravî de werin wergirtin. Wezîrê Darayî ragihand, ev gav ji bo rêgirtina li sextekariyê û zêdekirina zelaliyê di komkirina dahatan de ye.
Di dawiya civînê de hat tekezkirin ku amadekariyên teknîkî yên ji bo cîbicîkirina sîstema "Asycuda" li Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve diçin û dê di nêzîk de bikeve warê cîbicîkirinê, ev jî wek gavekê ye ji bo pevgirêdana elektronî ya hemû dergehên sînorî.