Îran: Armanckirina ahenga zewacê li Sîrîkê tawana şer e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê êrîşên esmanî yên Amerîkayê bo ser axa xwe bi tundî şermezar dike û radigehîne ku di çarçoveya mafê berevanîkirina ji xwe de, wan bersiva êrîşan daye û bingehên Amerîkayê kirine armanc.
Wezareta Derve ya Îranê îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşên Amerîkayê bo ser axa xwe bi tundî şermezar kirin û ragihand: "Hêzên Amerîkayê deverên sivîlan û xetên gihandinê li gelek deveran kirine armanc."
Wezareta Derve ya Îranê herwesa diyar jî kir ku êrîşên Amerîkayê parêzgehên Xuzistan, Sîstan û Belûçistan, Hurmizgan û Kirmanê vegirtine.
Wezaretê navborî amaje bi wê yekê jî kir ku armanckirina ahengeka zewacê li bajarkê Sîrîkê, ku di encamê de zêdetirî 70 welatiyên sivîl bûne qurbanî, "tawaneke şer a hovane ye".
Wezareta Derve ya Îranê tekez jî kir ku Tehranê di çarçoveya mafê berevanîkirina ji xwe de ew bingehên leşkerî yên Amerîkayê kirine armanc, ku çavkaniyên êrîşên li ser axa Îranê bûn.
Her di wê daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Îranê daxwaz ji welatiyên cîran kir ku rêyê nedin axa wan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bo kirina êrîşên li dijî Îranê bê bikaranîn, herwesa bêdengiya Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî li beramberî binpêkirinên Waşintonê wekî xeterekê li ser aştî û ewlehiya navdewletî nasand.
Ev di deme kî de ye ku hêzên Amerîkayê duhî Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, êrîşeke esmanî ya berfireh bo ser bingehên artêşa Pasdaran a Îranê li derdorên Tengava Hurmizê û peravên başûrê Îranê dest pê kir û dengê hejmareka teqînên bihêz li bajar û giravên peravî yên Îranê yên li ser Kendavê û Deryaya Umanê hat bihîstin.
Li beranber wî yekê jî, artêşa Pasdaran a Îranê gelek zû bi rêya avêtina moşek û dronan bersiva êrîşan da, û bingeh û navendên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn kirin armanc.