Berpirsekî Amerîkayî: Di êrîşa li ser Hewlêrê de ti zirarên canî nînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîkayî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku di êrîşa li ser Hewlêrê de, ti zirarên canî nehatine tomarkirin û hemî hêzên wan sax û selamet in.
Berpirsekî Amerîkayî îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, taybet ji K24ê re ragihand: "Di êrîşa li ser Hewlêrê de ti zirarên canî nehatine tomarkirin, hemî hêzên me selamet in û sîstema me ya berevaniyê di dema wê êrîşê de çalak bûye."
Ev daxuyaniya wî berpirsê Amerîkayî di demekê de ye ku Dewleta Îmaratê ya Erebî dilsozî û piştgiriya xwe ya temam bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê li beranber êrîşan tekez kiriye.
Wezareta Derve ya Îmaratê îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşên dijminane yên Îranê yên bi mûşek û dronan ku Behreyn, Kuweyt, Urdin û Herêma Kurdistanê kiribûn armanc, bi tundtirîn awa şermezar kir.
Wezareta Derve ya Îmaratê herwesa tekez jî kir ku ev êrîşên dijminane binpêkirineke aşkere ya serweriya welatan e û xeteriyeke rastrast e li ser ewlehî û aramiya wan.
Wezareta navborî herwesa dilsoziya temam a Dewleta Îmaratê ligel Behreyn, Kuweyt, Urdin, Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û piştgiriya xwe bo hemî wan rêkaran diyar kir ên ku bi merema parastina ewlehî û aramiya wan tên bicihanîn.
Li gorî zanyarên Dijeterora Kurdistanê, serê sibeha îro 10 dronên bombekirî li asmên bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine xistin û ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.