Şandeke Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo pirsa budceyê serdana Bexdayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi merema tevlîbûna di nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya sala 2027ê ya Iraqê de, îşev digihîje Bexdayê û biryar e sibê ligel berpirsên darayî yên federalî bivcive.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, biryar e sibe Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê li Wezareta Darayî ya Federalî li Bexdayê tevlî civineke girêdayî nivîsîna reşnivîsa projeqanûna budceya giştî ya sala 2027ê bibe.

Ev civîn ligel amadekariyên Bexdayê bo temamkirina projeyê hevdem e. Pêştir jî Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî ragihandibû ku Encûmena Wezîran heta dawiya meha Îlonê projeqanûna budceya 2027ê dipejirîne û ji Encûmena Nûneran re dişîne; herwiha Wezareta Darayî ya Federalî ev nêzîkî mehekê ye mijûlî nivîsîna reşnivîsê ye.

Di pareka din a amadekariyên budceya sala 2027ê de, Rêveberê Fermangeha Kargêrî û Darayî li Wezareta Darayî ya Iraqê bi rêya nivîsareke fermî daxwaz ji hemî fermangeh û saziyan kiriye ku navên hemî xwedanên peymanên rojane ji wan re bişînin, ev jî bi merema helsengandina dosyayên wan da ku bibin peymanên mehane û di nav qanûna budceya sala 2027ê de mafên wan ên darayî bên binecihkirin.