Heybet Helbûsî û Hoşyar Zêbarî tekezî li ser xurtkirina diyaloga siyasî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê bi şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya û tekezî li ser çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûrê kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî duh 2ê Îlona 2026ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya PDKê li Bexdayê Hoşyar Zêbarî kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokê Parlamentoya Iraqê, di wê civînê de her du aliyan rewşa siyasî ya welat, pêşveçûnên dawiyê yên deverê û cîhanê û bandora wan li ser Iraqê nîqaş kir.
Herwesa her du aliyan tekez li ser giringiya xurtkirina diyaloga di navbera hêzên siyasî de kir, bi amanca vedîtina rêya çareseriyên guncayî bo dosyayên rawestiyayî yên di navbera Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê de di çarçoveya destûrê de, bi rengekî ku tenahî û hevkarîyê bihêz bike.
Di beşeke din a wê civînê de, behsa giringiya pêşxistina hevahengiya di navbera fraksiyonên siyasî yên di nav parlamentoyê de hat kirin, bi amanca çalakkirina rola danana qanûnan û çavdêriya parlamentoyê û bilezankirina proseya pejirandina wan qanûnên sereke yên ku di serpişka karan de ne û rastrast peywendiya wan bi dabînkirina pêdivîtiyên welatiyan ve heye.