Li Pirdê êrîş li xaleke Heşdî Şeibî hat kirin: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Pirdê yê ser bi Kerkûkê ve, îro 3ê Îlona 2026an, saet 02:00ê berbangê, êrîşeke çekdarî li ser xaleke kontrolê ya Heşda Şeibî ya Tirkmenan hat kirin.
Jêderekî polîs ji Kurdistan24ê re ragihand, di encama wê êrîşê de endamekî Heşda Şeibî yê bi navê Elî Behcet Hemed jiyana xwe ji dest daye û endamekî din jî bi navê Cuneyd Îsmet Behcet bi giranî birîndar bûye.
Li gorî agahiyên polîsan, bûyer di nav bajarok de çêbûye û du kesên ku li ser motosîkletekê bûn, êrîş pêk anîne û piştre ber bi cihê nenas ve reviyane.
Piştî bûyerê, Fermandarê Operasyonên Kerkûkê gihîştiye cihê bûyerê û lêkolîn li ser bûyerê û rêkarên girtina êrîşkaran dest pê kiriye.