Hîwa Ehmed: Li Xaneqînê hewla jêbirina nasnameya kurdî tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radagihîne, li Xaneqînê hewla jêbirina nasnameya kurdî tê dan. Hevdem tekez dike ku siyaseta wan li Kerkûkê, parastina pêkvejiyan û aştiya civakî di navbera hemû pêkhateyan de ye. 

Berpirsê Mekteba Rêxistina Kerkûk - Germiyan - Xaneqînê ya PDKê Hîwa Ehmed Mistefa ji Kurdistan24 re axivî û behsa rewşa deverên Kurdistanî yên dervayî îdareya Herêma Kurdistanê kir. 

Hîwa Ehmed Mistefa diyar kir: "Li Xaneqînê hewla alozkirina rewşê û jêbirina nasnameya kurdî tê dan." 

Derbarê rewşa Kerkûkê de jî wî berpirsê PDK'ê got: "Siyaseta me li Kerkûkê tekezkirina li ser parastina aştiya civakî ye û baweriya me ya tam bi parastina biratî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera hemû pêkhateyan de li Kerkûkê heye." 

Hîwa Ehmed Mistefa destnîşan kir jî: "Hewldanên me ji bo aramî û bihêzkirina biratiya di navbera hemû pêkhateyan de dê berdewam bin û di encamê de ev rêçare dê serkeftî bibe." 

Ev yek di demekê de ye, di çend rojên borî de, aliyên siyasî yên Xaneqînê civînek ji bo gotûbêjkirina rêbazên nû yên erebkirinê pêk anîbûn û biryar dabûn ku xwepêşandanek li dijî anîna erebên hawarde û binpêkirina xala 140' destûrê, were lidarxistin. Ji ber vê biryarê, hêzeke mezin a ewlehiyê hat belavkirin û çend ciwan hatin desteserkirin. 

Her çend e ku çend ciwan hatin azadkirin, lê gefa desteserkirinê li zêdetirî 30 ciwanên din heye. 

Xaneqîn û Kerkûk du deverên Kurdistanî yên dervayî îdareya Herêma Kurdistanê ne. PDK bi berdewamî tekezî li ser cîbicîkirina xala 140'î ya destûra Iraqê dike, ji bo asayîkirina rewşa van deveran. 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha a sala 2017an, PDK'ê nîgeraniya xwe li hemberî proseya erebkirin û piştguhxistina kurdan li wan bajaran diyar kiriye, lê hevdem banga pêkvejiyana aştiyane û biratiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike.