Li Zaxoyê daxwazeke mezin li ser hejîrên Boselê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kurdistanê, dema gehiştina berhemên navxwe ye, bi taybetî jî hejîran. Rast e hejîrên Akrê binavûdeng in belê hejîrên Zaxoyê jî, û bi taybetî jî hejîrên gundê Boselê, tam û kalitiyeka xwe ya taybet heye. Li elwe û bazaran, hejîrên Boselê zû tên firotin.

Gundê Boselê li sinorê nahiyeya Derkarê ye, pirtirî 10 cûnên hejîran di nav bi dehan bîstanên vî gundî de dihên berhemanîn. Mam Salih yek ji cotkarên vî berhemî ye, qesta nava zeviya xwe dike ji bo ku hejîran biçine, ku ji binavûdengtirîn cûnê hejîran jî hejîra Bêhnatî ye.

Ji ber ava wê ya siriştî ya kaniyan û ax û bayên wê, hejîrên Boselê ji aliyê tam û cûnên xwe ve li ser asta devera Zaxoyê li rêza yekê ye. Di nav elweyên fêqî yên Zaxoyê de jî daxwazeke zêde ya welatiyan li ser kirîna hejîrên vî gundî heye û bi bihayekê giranter ji hemî cûnên dî tê firotin.

Ji ber sengîniya Zaxoyê bi berhema navxwe û bi taybetî yên werzê havînê, elwe tije bûye ji evan berheman.