Tirkiyeyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Tirkiyeyê eşkere kiriye ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê navê Fermandarê Berê yê HSDê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxistiye, ev yek jî piştî destnîşankirina wî wekî Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê tê.

Tirkiyeyê îro Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, biryareke girîng di derheqa Fermandarê Berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de da, ku bi tohmetên cihêreng di Lîsteya Terorê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de bû. Li gorî nûçeyên medyayên Tirkiyeyê, navê Ebdî ji wê lîsteyê hatiye derxistin.

Li gorî zanyaran, biryara derxistina navê Mezlûm Ebdî ji wê lîsteya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê piştî wê yekê tê ku Ebdî ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve wekî Şêwirmendê Serokkomar hat destnîşankirin.

Ev pêşveçûn wekî dosyeya Sîpan Hemo ye, ku berê di heman pêvajoyê de derbaz bûbû; wî jî niha postekî bilind di nav Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de wergirtiye û piştî wê biryarê jî navê wî ji lîsteya terorê ya Tirkiyeyê hatibû rakirin.

Heta niha ti ronkirineke fermî ji aliyê desthilatdarên Tirkiyeyê ve di derheqa derxistina navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê de nehatiye belavkirin, lê çavdêr li wê bawerê ne ku ev pêngav guherîneke stratejî ye ye di çarçoveya hevsengiyên siyasî yên deverê û wê pêvajoya dîplomatîk de ya ku ligel Sûriyeya nû bi rê ve diçe.

Ev jî di demekê de ye ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, bi rengekê fermî bidawîhatina erkê hêzên xwe û hilweşandina wê wekî pêkhateyeke leşkerî ya serbixwe ragihandibû.

Her weha Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera jî li roja 28ê Tebaxa 2026ê mersûma serokatiyê ya hejmar 164 a sala 2026ê derxist, ku tê de Mistefa Xelîl Ebdî naskirî bi (Mezlûm Ebdî) wekî şêwirmend di Serokatiya Komarê ya Sûriyeyê de hat destnîşankirin.