Semtner: Kontrlkirina çekan li Iraqê di berjewendiya Herêma Kurdsitanê jî de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Klemens Semtner ragihand ku Yekîtiya Ewropayê Herêma Kurdistanê wekî hevpareke pir baş dibîne, û tekez jî kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her dem di dîtina çareseriyê bo arêşeyan de hevkar bûye.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Klemens Semtner tevlî bernameya “Basê Roj”ê ya Kurdistan24ê bû û tê de çend helwêstên girîng ên Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa siyasî, aborî, ewlehî û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê eşkere kirin.
Hezkirina ji bo Hewlêrê û astengiyên Bexdayê
Di destpêka danûstandinan de, Balyozê Yekîtiya Ewropayê hezkirina xwe bo bajêrê Hewlêrê û xelkê wê tekez kir û amaje bi wê yekê da ku berê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê bûye. Di derheqa rewşa siyasî ya Bexdayê de jî got: "Serokwezîrê nû yê Iraqê rûbirûyî astengiyên mezin dibe û em jî wekî Yekîtiya Ewropayê bizavê dikin di erkê wî de piştevaniya wî bikin."
Bandora şer û rewşa deverê
Semtner tekez jî kir ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê zirarên mezin gihîştine Iraqê û got: "Em dixwazin di vê rewşa dijwar de alîkariya Iraqê bikin ji ber ku rastî arêşeyên aborî û darayî bûye. Ji destpêka vê cengê ve, Yekîtiya Ewropayê peywendî bi Iraq û welatên Kendavê re kiriye bo şêwirkirinê, û her dem bizavên dîplomatîk bo bidawîanîna şer bi kar anîne, ji ber ku welatên Yekîtiya Ewropayê ne parek in ji vê cengê."
Navborî herwesa got: "Me bi tundî daxwaz ji Îranê kiriye ku êrîşî wan welatên derdorê neke yên ku ne parek ji şer in. Her weha eger Îran bi temamî Tengava Hurmizê bi rê ve bibe, wekî Yekîtiya Ewropayê amadeyiya me heye mînan hilgirin." Ron jî kir ku heta niha destpêşxeriyan encam nebûne û di lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de jî tenê çend xalên kêm hatine bicihanîn.
Kontrolkirina çek û metirsiyên DAIŞê
Di derheqa rewşa ewlehiyê ya Iraqê de, Balyozê Yekîtiya Ewropayê got: "Em piştevaniyê li Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û hikûmeta wî dikin, ji bo kontrolkirina çekan di bin destê komên çekdar de, ji ber ku nabe ew hemî kom hebin û di bin desthilata fermandariya giştî ya hêzên çekdar de nebin.”
Klemens Semtner eşkere jî kir: “Me ji Bexdayê re gotiye eger hûn hez bikin em dikarin di kontrolkirina çekan de alîkariya we bikin, lê heta niha wan daxwaza alîkariyê ji me nekiriye, dîsa jî em bi hişyarî çavdêriya rewsê dikin."
Navborî tekez jî kir: "Dema ku êrîşî ser mala Serokê Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat kirin, me bi lez û bi temamî ew êrîş şermezar kirin; helwêsta me zelal e û ew êrîş nayên qebûlkirin, em li wê baweriyê ne ku kontrolkirina çekan ji destê komên çekdar di berjewendiya Herêma Kurdistanê de jî dibe."
Di derheqa deverên Kurdistanî yên derveyî îdaraya Herêma Kurdistanê û ewlehiya deverê de jî, Semtner amaje bi livûtevgera komên çekdar li wan deveran kir û got: "DAÎŞ heta niha jî gef e, eger rewşa Sûriyeyê jî cîgir nebe, ew dê xwe rêk bixe. Hejmareke pirsên helawîstî li Iraqê hene, ku nehatine çareserkirin û Yekîtiya Ewropayê her dem piştevaniya bizavên çareserkirina wan dike."
Guhertinên keşûhewayê û çaksaziyên aborî
Balyozê Yekîtiya Ewropayê behsa alîkariyên xwe yên berdewam bo Iraqê kir, bi taybetî di pirsa guherîna keşûhewayê û avakirina avahiyên guncayî de, ku xwe li ber germê bigirin. Amaje bi wê yekê jî kir ku piştbestina berdewam a Iraqê bi petrolê astengiyeke mezin e û divê dahatên xwe cihêreng bike.
Wî eşkere jî kir: "Iraq 60% ji dahata xwe di mûçeyên fermanber û xanenişînan de xerc dike, ji ber wê pêdivî ye xelk zêdetir di kerta taybet de bê damezrandin û zêdetir derfetên kar bên afirandin, herwesa divê hejmareke bazirganiyên biçûk, navîn û mezin li Iraqê hebin da ku welatî tê de kar bikin."
Sîstema federalî û mafên Herêma Kurdsitanê
Di nav gotinên xwe de amaje bi wê yekê jî da ku hejmareke pirsan di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nehatine çareserkirin û divê bên çareserkirin. Herwesa got: "Di dema borî de nîqaş li ser wê yekê hatine kirin ku pêkhateyên dî yên Iraqê jî bibin xwedan herêmên xwe yên taybet, lê ew bizav serkeftî nebûn. Eger te pêkhatyeke federalî bivê, divê te hejmareke herêman hebe û ew rêyeke saxlem e."
Di derheqa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî, Semtner amaje kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi wan pirsên ku ligel Iraqê hene, erkê me ne navbeynkariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, belkî ew erkê UNAMÎyê bû, lê li ser daxwaza Iraqê erkê UNAMÎyê bi dawî hat, lê di hemî danûstandinên xwe de me tekez kiriye ku divê ji aliyê Bexdayê ve rêz li mafên Herêma Kurdistanê bê girtin."
Di derheqa rolê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê got: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her dem di dîtina çareseriyan bo pirsan de hevkar bûye, her weha di bizavên xwe de ligel welatên cîran bo dîtina çareseriyan bo arêşeyan berdewam e, ez pesna wan bizavan dikim û rêza min ji wan re heye."
Bazirganîkirina bi mirovan û koçberiya neqanûnî
Di derhqa diyardeya bazirganîkirina bi mirovan û hevahengiya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê de, Semtner ragihand: "Li welatên Ewropayê her kesekî mafê manê nebe dê bo welatê wî bê vegerandin, armanca me ew e ew ciwanên ku jiyana xwe dixine destê qaçaxçiyan jiyana xwe nexin metirsiyê, divê ew ciwan li pey rêyên qanûnî, xwendin û rahênanê bigerin."
Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdsitanê
Di bersiva pirsiyara dawiyê ya bernameyê de, Klemens Semtner ragihand: "Yekîtiya Ewropayê ligel Iraqê kar dike û projeyên xwe yên taybet hene, lê piraniya projeyên me di Herêma Kurdistanê de bûn, em Herêma Kurdistanê di bicihanîna projeyên xwe de wekî hevpareke pir baş dibînin. Her weha Iraq xwedan destûr e û di destûrê de îtîraf bi Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ti guherînek jî bi ser wê de nehatiye."