Iraq û Sûriye peywendiyên xwe yên bazirganî berfireh dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Iraq û Sûriyeyê rêyên bilindkirina asta lihevguhertina bazirganiyê û berfirehkirina hinardekirina Iraqê bo sûkên Sûriyeyê nîqaş kirin.
Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê îro Înî, 4ê Îlona 2026ê, ragihand ku di çarçoveya civînên gera asayî ya 118ê ya Encûmena Aborî û Civakî ya Komkara Erebî de, Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê Mistefa Nizar Anî ligel Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê yê Sûriyeyê Mihemed Nîdal Şear civiya.
Di wê civînê de her du aliyan peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de xistin ber behs û xeberan, herwesa danûstandin li ser rêyên pêşxistina harîkariyan û bilindkirina qebareya lihevguhertina bazirganiyê de hatin kirin.
Wezareta Bazirganiyê ron jî kir ku pareka sereke ya wê civînê bo berfirehkirina hinardekirina Iraqê bo sûkên Sûriyeyê hatibû terxankirin, bi taybetî jî hinardekirina çîmento û qîran. Armanc ji vê pêngavê tevlîbûna di pêşxistina livûtevgera bazirganiyê de û vekirina dergehên nû bo kerta taybet di her du welatan de ye.
Wezaretê tekez jî kir ku pêdivî ye astengiyên li beranberî livûtevgera bazirganiyê bên rakirin, da ku zêdetirîn feyde ji derfet û şiyanên berdest bêt wergirtin. Ev pêngav di çarçoveya plana stratejî ya Iraqê de bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî ligel welatên Erebî û zêdetir nasandina berhemên nîştimanî di wan bazaran de tê.