Jinên KESKê: Divê em di mekanîzmayên biryardayînê yên aştiyê de bin
Enqere (K24) – Li Enqereyê 3emîn Komcivîna Jinan a KESKê bi beşdariya nêzî 300 delegeyan hate lidarxistin. Di civînê de mafên jinên kedkar, keda wan û rêxistinbûna sendîkal hatin gotûbêjkirin. Herwiha endaman balkişand ser rola jinan a di pêvajoya aştiyê û giringiya zimanê Kurdî.
Li Enqereyê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK) ve 3emîn Komcivîna Jinan bi dirûşma “Mîrata me berxwedan e, soza me têkoşîn e” hate lidarxistin. Endam û nûnerên sendîkayên navneteweyî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û ji qada sendîkayan nêzî 300 delegeyên jin tevlî komcivînê bûn. Di komcivînê de sernavên wekî kar û keda jinan, şert û mercên karê jinan, tundiya li dijî jinan, koçberî û şer, û têkoşîna sendîkal û rêxistinbûna jinan mijarên sereke yên nîqaşê ne.
Endama Sendîkaya TUMBEL-SENê (KESK) Evîndar Oncu ji Kurdistan24ê re got: “Jinên KESKê ji bo di qada sendîkayî de hebin birastî jî xwedî dîrok û mîraseke têr û tijî ne û armanc jî ev e, ev mîrasa ku li gorî têkoşînê û berxwedanê hatiye danîn bibin serî ku jin, jinên xebatkar, kedkar bikaribin bi awayekî li gorî rûmeta jiyînê hem bixebitin, hem jî bi keda xwe bikaribin bijîn. Bernameyeke pir berfireh li ber wan e. Ev komxebatên ku çêdibin jî armanca wan ew e asil.”
Ji aliyekî din ve di komcivînê de di proseya çareseriya Pirsa Kurd de rola jinan tevlîbûna wan a nav mekanîzmayên biryardayînê jî mijareke din ku tê gotûbêj kirin. Nivîskareke Kurd jî dibêje divê prose bi dilpakî bê birêvebirin, kêşeyên jinan jî çareser bibin û bale dikişîne ser giringiya zimanê Kurdî.
Nivîskara Kurd û endama KESKê Leylana Sidîq got: “Di vê pêvajoya aştiyê de em samimiyetê dixwazin û pirsgirêkên jinan bila çareser bibin. Jin çawa li ser pirsgirêkên hemû qadan disekine, bila hemû qad jî bo pirsgirêkên jinan hewl bidin. Di vê derê de em ziman jî pir girîng dibînin. Dema em bibêjin ziman; jin û jiyane, ziman jî em her tim wekî amûrekî ragihandinê jî nebinin ji bo perwerdehiyê pir girîng e. Ji ber ku xwendekarên, zarokên me dem adi dibistanê de bi zimanekî biyanî perwerde dibînin mixabin nikarin di qadên zanistî de cîh bigrin.”
Herwiha dê di çarçoveya bernamaya komcivînê de nêzî 15 atolye bên lidarxistin û piştî xebat û nîqaşan, tê payîn ku encam û biryarên kongreyê di rapora dawiyê de bên ragihandin.