Li Silêmaniyê bi sê dronan êrîşî kampeka penaberan hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Kampa Penaberan a Sûrdaşê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi sê dronên bombekirî hate armanckirin.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Kampa Penaberan a Sûrdaşê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê rûbirûyî êrîşeke dronî bûye.

Li gorî wê daxuyaniyê, êrîşên dronî li serê sibeha îro û di dema 20 deqîqeyan de rû dane. Asayîşa Herêma Kurdsitanê ron jî kir ku ew êrîş di navbera seet 04:45 heta 05:05 ê serê sibehê de pêk hatine.

Tevî armanckirina wê kampê jî, êrîşan ti zirarên canî bi du xwe re neanîne.