Wezîrê Petrolê yê Îraqê: Projeya boriya petrolê ya Besra-Pêşxabûrê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Îraqê eşkere kir ku astê henardekirina petrola welatê wî di rojê de ji 3 milyon bermîlan derbaz bûye, û bo zêdekirina vê rêjeyê jî ew bo çêkirina boriya petrolê ya Besra - Pêşxabûrê kar dikin da ku petrol bi rêya Tirkiyeyê bê henardekirin.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyir di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê ragihand ku wan çavkaniyên henardeya petrolê cihêreng kirine û henardeya petrola Îraqê di rojê de ji 3 milyon bermîlan derbaz bûye. Her wiha da zanîn jî ku bizavên hikûmetê berdewam in da ku berhemên sotemeniyê li navxweyî bo welatiyan bên dabînkirin û welat pişta xwe bi şiyanên xwe girê bide.

Wezîrê Petrolê di pareka din a axaftina xwe de jî diyar kir ku gelek projeyên stratejî di warê petrolê de li ber destê wan in, û da zanîn jî ku pêkvegirêdana Besra û Pêşxabûrê bo henardekirina petrolê bi rêya Tirkiyeyê yek ji projeyên giring e, li kêleka berdewambûna di veberhênana gaza xwezayî de.

Îraq yek ji mezintirîn welatên berhemînêr û henardekerên petrolê ye di cîhanê de û dahata welat bi rêjeyeke zêde pişta xwe bi firotina petrola xav girê daye. Di dema borî de ji ber alozî û xeteriyên li ser rêyên avî yên wekî Tengava Hurmizê, hikûmeta Îraqê biryar daye rêyên henardekirina petrolê cihêreng bike da ku henardekirin rûbirûyî qutbûnê nebe.

Projeya kişandina boriya petrolê ya Besrayê bo Pêşxabûrê û piştre bo Tirkiyeyê û benderê Baniyayê yê Sûriyeyê yek ji planên stratejî yên Wezareta Petrolê ye û hevdem Îraq bizavê dike ku di paşerojê de astê henardekirina petrolê bo 5 milyon bermîlan di rojê de bilind bike.