Parlamenterê DEM Partiyê: Daxwaza Kurdan ew e di destûrê de bibin hemwelatiyên azad
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bi destpêkirina parlamentoyê re ligel bendewariyên bo avêtina pengavên di proseya aştiyê; dê nîqaşên li ser guherîna destûra bingehîn jî zêdetir bibin. Ligel ku parlamenterekî DEM Partiyê diyar dike ku daxwaza gelê Kurd ew e ku êdî xwe di destûreke bingehîn de wekî hemwelatiyek azad bibinin. Parêzerek jî dide zanîn ku ji ber ku destûra heyî xwedî rihekî leşkerî û nîjadperest e divê bê guhertin.
Li parlamentoya Tirkiyeyê 1ê Cotmehê serdema nû ya yasedanînê dest pê kir. Di serdema nû de ji bilî derxistina yasayên ji bo pêvajoya aştiyê, mijareke din a sereke ya parlamentoyê amadekirina destûreke nû ye. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku destûra heyî bermahiya darbeya 1982an e û çêkirina destûreke nû erkeyeke wiha ye ku divê Tirkiye xwe ji vê şermê rizgar bike. Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku amadekirina destûreke nû a sivîl, nûjen û demokratîk ji bo hemûyan berpirsyariyeke lezgîn e ku nikare were paşxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê jî li ser nîqaşan diyar dike ku hem ji bo demokratîkbûnê hem di warê çareseriya Pirsa Kurd de hewcedariyek mezin bi gûherîna destûrê heye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ji Kurdistan24ê re got: “Ev salan e em dixwazin dewleta Tirkiyeyê de destûreke bingehîn a demokratîk a rengên cuda cuda tê de heyî û piralî, wekhev û beşên civakê û hemû bawerî xwe tê de bibinin wekî hemwelatiyek azad li vê erdnîgariyê bijîn destûreke wisa bê avakirin. Taybetî bi pirsgirêka Kurd ve jî girêdayî ye, ji bo wê jî hewcedariyek heye zû ne dereng jî. Daxwaza û xwesteka gelê Kurd êdî di destûreke bingehîn de wekî xwe hemwelatiyek azad bibine û bikaribe bi awayekî demokratîk fikr û ramanên xwe bîne ziman.”
Parêzer Mesût Ozer jî dide zanîn ku ev sed salin Kurd û Elewî di destûrê de cîh nagirin di destûra heyî de rihê nîjadperest û leşkeri heye û xalên divê bên guherîn wiha rave dike.
Parêzer Mesût Ozer dibêje: “Divê di xala yekem de bibêje dewleta Tirkiye, dewleta Tirk û Kurdan e, di zagona bingehîn de. Di xala 42an de dibêje ji bilî zimanê Tirkî perwerde qedexe ye, divê ew bê guhertin. Ya sisiyan di xala 66an de dibêje herkes Tirk e. Tirk Tirk in, Kurd Kurd in, Ereb Ereb in, Faris Faris in. Li wir bibêje hemwelatiya Tirkiye ango Hemwelatîbûna Komara Tirkiye.”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî da zanîn Tirkiye hewcedarê destûreke nû û demokratîk e ku hemû beşên civakê dihewînê nav xwe. Bakirhan got nabe ev pirs di nava nîqaşên “kî dikare bê hilbijartin an na” de bê asêkirin û divê kêşeyên kûr û dîrokî yên Tirkiyeyê çareser bike.
Her çiqasî hema hema hemû partiyên li parlamentoyê behsa pêwîstiya destûreke nû bikin jî ji aliyekî din ve mixalefet destnîşan dike ku bi vê desthilatê re destûreke demokratîk nayê çêkirin û dibêjin ku divê pêşî desthilat li gorî destûra heyî tevbigere.