Tevî temambûna cezayê wan jî azadkirina girtiyên siyasî tê astengkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hejmara girtiyên girtîgehan zêdetir dibe. Lê tevî, du sal bi ser proseya aştiyê re derbas bûne, hîn jî azadkirina girtiyên siyasî tê asteng kirin. Siyasetmedar û mafnas didin zanîn, ji bo azadkirina girtiyên siyasî, pêwîstî bi mercê piştrastkirin û tesbîtê nî ne. Ji xwe, li gor hiqûqa heyî, yên 30 sal sizayê xwe temam kirine, divê werin azad kirin.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li aliyekî çav li gavên proseya aştiyê ne, li aliyê din bi biryarên Lijneyên Îdarî û Çavderiyê azadkirina girtiyên siyasî tê paşxistin. Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) jî radigihîne berdana girtiyan tevî temamkirina cizayên tê paşxistin ku ragihand ku ji sala 2021ê ve berdana 9 jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê tê astengkirin. Siyasetmedar jî diyar dikin ku ev lijne nehiqûqî ne, poşmanî tê ferzkirin û rêya aştiyê ji azadkirina girtiyan derbas dibe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Serhat Eren ji K24ê re got: “Wekî hinek rêveberiya girtîgehan bi keyfiyete tevdigerin bêadaletiyê dikin, ji xwe re hin tiştên piçûk wekî hincet dibînin ya jî bêyî wekî hincet hêvalên me ku bên tahliyekirin, înfaza wan xilas bûye, temam bûye lê wan hevalên me bernadin. Em dibêjin erê ji bo çekberdayînê, çek û teslîmkirinê hûn dibêjin teyît û tespît lê gelo ji bo hevalên me di girtîgehê de ne wek ku em dibêjin neynûktiraş, ji xeynî neynûktiraşê tiştek di destên wan de tune, em li benda çi ne?Ji bo hevalên me ku ji girtîgehê azad bibin teyit û tespit ne pêwîst e.”

Li gorî raporta TUHAD-FEDê li Girtîgeha Sîncanê berdana Nedîme Yaklav 7, ya Hîcran Binîcî, Nurîye Adet, Devrîm Adet û Zelîha Ustabaş 4, ya Emîne Abîş, Melîke Goksu û Fatma Aslan 3 û ya Pinar Tîkît 2 caran hatiye paşxistin.

Endama Rêveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Fatma Surucu dibêje: “9 hevalên girtî yên politik yên jin hene û ji van çar jê zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ne û yên din jî ne 30 sal jî bin yên ku 20 sal in jî din av de hene.30 salên xwe temam kirine, cizayên xwe qedandine lê nikarin îro ji zindanê derkevin. Ev di pêvajoyekê re derbas dibn lê pêvajo tune bê jî hiqûqên Tirkiye ji me re dibêjin ku ew heval dikarin 30 sal şûn ve ji zîndanê derkevin.”

Li gorî daneyên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê ji 1ê Cotmeha 2026an ve hejmara girtiyên di girtîgehan de gihiştiye 434 hezar û 337 kesan. Di girtîgehan de 71 hezar 799 girtî û 362 hezar 538 hikumxwar hene ku girtîgeh ji sedî 143 tijî ne.