Wezareta Petrola Iraqê: Parastina tankerên sotemeniyê li ser milê aliyê Sûriyeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî belavbûna nûçeyên derbarê êrîşkirina li ser tankerên sotemeniyê li ser sînorê Sûriyeyê, Wezareta Petrola Iraqê ragihand, berpirsiyariya parastina ewlehiya van karwanan bi temamî dikeve ser milê Şamê.
Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê Selîm Rûkabî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, heta niha ti agahiyeke fermî derbarê van êrîşan negihîştiye destê wan. Rûkabî diyar kir ku li gorî bendên peymana navbera her du aliyan, misogerkirina aramiya karwanan erkê aliyê Sûriyeyê ye û divê sotemenî bê ti rêgirî û astengiyekê bigihîje nava sînorê Îraqê.
Ev rewş, gumanên li ser ewlehiya rêyên veguhastina enerjiyê di navbera her du welatan de zêdetir dike. Deverên sînorî yên navbera Bexda û Şamê bi berdewamî qada aloziyan bûne û armancgirtina tankerên petrolê dibe sedema astengiyan di dabînkirina sotemeniyê de.
Çavdêr diyar dikin ku veguhastina ewle ya sotemeniyê, beriya her rêkeftineke li ser kaxezê, pêwîstî bi parastineke xurt a li ser erdê heye, da ku canê şofêran ji gefan bê parastin û rê li ber teqandina tankerên sotemeniyê bê girtin.