Li beravên Cîbûtiyê 109 kes xeniqîn û 116 kes winda ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya Koçê (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ragihand, ji ber noqbûna belemeke koçberan li beravên welatê Cîbûtiyê, herî kêm 109 koçberan canê xwe ji dest daye ku 15 ji wan zarok in; herwiha 116 koçberên din jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê ya ku pişta xwe dispêre zanyariyên rizgarbûyan, belemê nêzîkî 350 rêwî hilgirtibûn û ji Cîbûtiyê ber bi Yemenê ve bi rê ketibû, lê şeva 8 li ser 9ê vê mehê wergeriyaye û noqî binê avê bûye.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) destnîşan kir, niha tîmên wan ligel desthilatdarên xwecihî yên Cîbûtiyê li cihê bûyerê ne û alîkariyên lezgîn ên bijîşkî û hawarhatinê pêşkêşî rizgarbûyan dikin. Di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina 116 kesên windabûyî bênavber didomin.
Li gorê rêxistinê, zêdetir ji 80 kesî ji bûyerê rizgar bûn ku hemû jî welatiyên Etiyopyayê ne.
Rêxistina Navdewletî ya Koçê (IOM) ragihand: "Tevî zêdebûna aloziyan li seranserê Rojhilata Navîn, hejarî, nebûna ewlehiyê û bandorên zêdebûyî yên guherîna keşûhewayê, gelek kesan neçar dikin ku derkevin vê rêwîtiyê."