Îran mercên nû ji bo vekirina Tengava Hurmizê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Yasayî û Navdewletî ragihand, derbasbûna keştiyên bazirganî bêyî hevahengiyê di Tengava Hurmizê re hatiye qedexekirin. Herwiha tekez kir, derbasbûna hemû cureyên keştiyên leşkerî jî bi awayekî yekcarî qedexe ye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî îro 12ê Cotmehê ragihand: “Tengava Hurmizê ji bo ewlehiya neteweyî xeteke sor e û amrazekî berevaniyê yê Îranê ye.” Xerîbabadî da zanîn ku sînordarkirina çûnûhatina di tengavê de bersivek e li hember êrîşên leşkerî yên li dijî welatê wan, lewma divê welatên din li cihê pirsgirêkê bixwe bigerin.

Xerîbabadî bal kişand ser wê yekê ku vekirina tengavê girêdayî pabendbûna Amerîkayê ya bi erkên xwe ve ye û got: “Rêkarên Îranê dê berdewam bin heta ku Washington bigihîje wê baweriyê ku çareseriya leşkerî tevgereke şaş e.”

Derbarê pêwendiyên herêmî de jî wî diyar kir ku rêkeftina bi Umanê re nayê wateya vekirina yekser a Tengava Hurmizê. Her iha da zanîn ku aliyê Amerîkî nêrîn û têbiniyên xwe derbarê heft mercên Îranê de bi rêya navbeynkariya Qeterê gihandiye wan û Îran niha mijûlî nirxandina wan têbiniyan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Xerîbabadî bal kişand ser “Şerê Remezanê” û ew wekî nîşana hêza Îranê bi nav kir, ku bi gotina wî “dijmin li hember yekgirtin û şiyanên berevaniyê yên welêt şikest xwariye”. Herwiha aşkere kir ku Îranê zêdetirî 100 yadaştên dîplomatîk pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî (NY) kirine, derbarê wan êrîşên leşkerî yên ku li dijî wan hatine kirin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rola welatên cîran di wan êrîşan de bi temamî hatiye belgekirin û got: “Ewlehiya Îranê û ya welatên navçeyê bi hev ve girêdayî ye.” Herwiha hêvî xwest ku ti welat rê nede ku axa wî ji aliyê êrîşkaran ve ji bo armancgirtina Îranê were bikaranîn.