Dihokê lîstikvaneke Îranî veguhast nav rêzên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya Jinên Dihokê bi armanca bihêzkirina rêzên tîmê bo werzê nû yê Gera Nayab a Futbolê ya Xatûnan a Îraqê, peyman ligel lîstikvana navdar a Îranê Paniya Ebasî îmza kir.

Yaneya Jinên Dihokê ku amadekariyê bo werzê nû yê Gera Nayab a Futbolê ya Xatûnan a Îraqê dike, peyman ligel xatûna lîstikvan a diyar a Hilbijardeya Îranê û Yaneya Palawgeya Gazê ya Îlamê Paniya Ebasî îmza kir û ew xatûna lîstikvan peywendî bi yaneya xwe ya Dihokê re kir, ku meha bê di werzê nû de dest pê dike û kirasê yaneya Dihokê li xwe dike.

Paniya Ebasî berê lîstikvanî bo hemî astên hilbijardeya Îranê kiriye û di gera nayab a wî welatî de jî navekî diyar bû û cara yekê ye di karwanê xwe yê werzişî de, peywendî bi yaneyeke derveyî welatê xwe dike. 

Paniya di hêla navîn de lîstikvaniyê dike û berê di Gera Nayab a Xatûnan a Îranê de lîstikvanî bo her yek ji yaneyên Palawgeya Gazê ya Îlamê û Yaneya Peykanê ya Tehranê kiriye.