Tom Barrack: Peywendiyên Amerîka û Îraqê di demeke yekalîker de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îraqê ragihand ku peywendiyên welatê wî ligel Îraqê di demeka yekalîker de ne û ji hevparîyeka ewlehiyê ber bi peywendiyeka berfirehtir ve tên veguhastin, ku li ser bingeha hevahengiya aborî û berjewendiyên hevpar tên avakirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Îraqê Tom Barrack îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê amaje bi serdana xwe ya Îraqê û civîna xwe ya ligel Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê Steve Fagin kir û dilxweşiya xwe bi wê hevdîtinê diyar kir.
Barrack nivîsiye: "Ezmûna baş a Steve li Îraqê û seranserê deverê wî dike kesekî temam guncayî bo berdewamkirina serpişkên karên Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê."
Barrack amaje bi wê yekê jî kiriye ku hebûna Fagin di vî erkî de serkirdetiyeka durist e di demeka yekalîker de bo peywendiyên me ligel Îraqê, di demekê de ku em ji hevparîyeka terxankirî bo warê ewlehitê ber bi peywendiyeka berfirehtir pêngavan diavêjin, ku li ser bingeha hevahengiya aborî û berjewendiyên hevpar bê avakirin.
Di salên borî de peywendiyên navbera Amerîka û Îraqê piranî li ser warê leşkerî û cenga dijî terorê rawestiyabûn. Piştî kêmbûna metirsiyên leşkerî, her du welat di çarçoveya "Lihevkirina Stratejî" de bizavê dikin ku peywendiyên xwe veguhêzin warên bazirganî, veberhênan, enerjî û alîkariyên aborî yên demdirêj daku aramiya herêmê bêtir bê parastin.