Serokwezîrê Îraqê ji kompaniyên cîhanî xwest veberhênanê li Balafirxaneya Mûsilê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê li bajarê Mûsilê daxwaz ji kompaniyên cîhanî kir ku li Balafirxaneya Navdewletî ya wî bajarî veberhênanê bikin û serperiştiya birêvebirina wê werbigirin, di eynî demê de destpêkirina karên projeya parvekirina yek milyon parçeyên erdê xwecihbûnê jî ragihand.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de belav kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, serdana bajarê Mûsilê kir, bo ragihandina destpêka bicihanîna projeya "yek milyon parçeyên erdê xwecihbûnê" û ji nêzîk ve projeya xizmetkarî û avakirinê şopand, bi taybetî Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê.

Di dema serdana xwe ya Mûsilê de, Serokwezîrê Îraqê amaje bi wê yekê da ku bi rengekê fermî kompaniyên cîhanî yên pispor di birêvebirin û karpêkirina balafirxaneyan de vexwandine, ku li Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê veberhênanê bikin û xizmetkariyên wê pêşve bibin, daku ligel dîroka dêrîn a Parêzgeha Neynewayê bigunce.”

Serokwezîrê Îraqê herwesa ragihand: "Em naxwazin ew kompaniyên ku tên tenê holeke xizmetkariyan çê bikin, belku em dixwazin bibin hevparekî giring daku Balafirxaneya Mûsilê bikin dezgeheke giring a xizmetkariyan."

Elî Falih Zeydî herwesa got: "Bajarê Mûsilê sîmayeke şaristanî ya Îraqê ye û deriyekê giring e li ber cîhanê." Tekez li ser wê yekê jî kir ku hikûmet bi hemî şiyanên xwe ve kar ji bo bidawîkirina projeyên giring ên wê parêzgehê dike, bi merema dabînkirina pêdiviyên xizmetkarî û aborî yên xelkê wî bajarî.

Serokwezîrê Îraqê eşkere jî kir ku Balafirxaneya Mûsilê tenê projeyeke xizmetkarî nîne, belku ji bo wê parêzgehê û seraserî Îraqê deriyekê giring e, bi taybetî piştî biryara vegerandina Neynewayê bo ser nexşeya firîn û veberhênanê.

Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê yek ji balafirxaneyên dêrîn ên Îraqê ye. Di dema kontrolkirina bajar ji aliyê rêxistina terorîst a DAÎŞê ve û paşê di proseya rizgarbûnê de li sala 2017ê de, zirareka mezin gihişt wê û pareka zêde ya jêrxaneya wê wêran bû.

Di dema borî de Hikûmeta Îraqê bizavên xwe bo nûjenkirin û avakirina jêrxaneya Parêzgeha Neynewayê zêde kirine. Vekirina vê balafirxaneyê û radestkirina wê bo kompaniyên biyanî bo vejandina aboriya deverê û girêdana Mûsilê bi cîhana derve re pêngaveke stratejî ye.

Ji aliyekî dî ve pirsa xwecihbûnê yek ji pirsgirêkên serekî yên Îraqê ye, lewma bicihanîna projeya parvekirina parçeyên erdî li ser welatiyan parek ji bizavên hikûmetê ye bo çareserkirina wê qeyranê û kêmkirina qerebalixa bajaran û dabînkirina cihê xwecihbûnê yê hejî.