Brîtanyayê Pasdaran bi êrîşkirina ser bingeha Fairfordê tometbar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Artêşa Pasdaran a Îranê bi pilana êrîşkirina ser bingeha asmanî ya Fairfordê tohmetbar kir û tekez li ser sepandina cezayên nû kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragihand ku bizava êrîşkirina ser Fairfordê bi rêberiya Artêşa Pasdaran hatibû rêkxistin. Burnham gef kirin û got: "Piştî rûdana Fairfordê, em dê zêdetir cezayan bixin ser Îranê."
Ajansa Reutersê belav kir ku Hikûmeta Brîtanyayê navê du welatiyên Îranî yên girêdayî rejîma Îranê xist lîsteya cezayan. Ajansa navbirî ron jî kir ku nûtirîn pakêca cezayan a Brîtanyayê welatiyekî Îranî vedigire ku têkelî çalakiya dijminane ya girêdayî dewletê li derveyî Îranê bûye.
Polîsên Brîtanyayê di du heftiyên borî de pênc mêr bindest kirine, ku bi timbêlên barhilgir ên biçûk li nêzîkî bingeha Fairfordê bûn. Ew bingeh ji aliyê balafirên bombeavêj ên Amerîkayê ve di cenga Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de tê bikaranîn.
Berpirsên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Îsraîlê pêşbînî dikin ku gefên gengaz girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê yan serkirdetiyeka leşkerî ya cuda li Tehranê ne, di demekê de ku Îran wan tohmetan red dike.
Bingeha Fairfordê wek yek ji giringtirîn bingehên Amerîkayê li Ewropayê tê hejmartin û yek ji wan bingehan e yên ku bo pêşwazîkirina balafirên bombeavêj ên giran wek B-1 guncayî ye. Wê bingehê roleka serekî di kampînên leşkerî yên berê yên Amerîkayê de lîstiye.