Stranbêjekî Tirkiyeyê bi milpêça Amedsporê ve çû ser dikê: Li ser torên civakî deng veda
Navenda Nûçeyan (K24) – Stranbêjê naskirî yê muzîka popê li Tirkiyeyê Sefo, di konsereke xwe ya li bajarê Diyarbekirê de, bi milpêça tîma Amedsporê derket ser dikê. Bi vê gava stranbêj, coşeke mezin li nav amadebûyan ava kir û li ser torên civakî rastî karvedaneke berfireh hat.
Di çarçoveya bernameyên "Festîvala Rêya Çandê ya Diyarbekirê" de, hunermendê navdar Sefo li pêşberî bi hezaran hezkiriyên muzîkê konserek lidar xist. Di dema pêşkêşkirina stranên xwe yên herî hezkirî de, Sefo milpêça yaneya Amedsporê avêt stûyê xwe û li ser dikê stran gotin.
Dîtina hunermend a bi rengên Amedsporê, ji aliyê bi hezaran amadebûyan ve bi çepik, qîrîn û dirûşmên germ hat pêşwazîkirin. Di demeke kurt de vîdyo û wêneyên konserê li ser platformên medyaya civakî bi berfirehî belav bûn û bûn sedema gelek nîqaş û dengvedanan.
Sefo, ku navê wî yê fermî Seyfullah Sagir e, li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê ji dayik bûye. Ew di van salên dawî de wek yek ji stêrkên herî diyar ên muzîka rap û popê ya Tirkiyeyê tê naskirin û berhemên wî li ser platformên dîjîtal ji aliyê bi dehan milyon kesan ve tên guhdarîkirin û temaşekirin.
Yaneya Amedsporê wek yek ji yaneyên herî xwedî cemawer ên Bakurê Kurdistanê tê nasîn. Di vê werzê de yaneya kesk û sor di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de dilîze, asteke pir serkeftî nîşan dide û heta niha di rêza yekem a lîgê de pêşeng e.
Li aliyê din, "Festîvala Rêya Çandê ya Diyarbekirê" ku ji bilî konseran gelek bernameyên şano, sînema, pêşangeh û çalakiyên çandî li xwe digire, li gelek tax û cihên dîrokî yên bajêr berdewam dike.
Diyarbakır’da düzenlenen Kültür Yolu Festivali’nde sahne alan ünlü pop şarkıcısı Sefo, konseri sırasında Amedspor atkısı taktı. https://t.co/1bGZluNBwc
— Tigris Haber (@TigrisHaber) October 12, 2026