Ji ber lêdana birûskê 4 Pêşmerge birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê Mîhwerê Xazirê, ji ber lêdana birûskê li baregeheke Hêzên Pêşmerge, çar Pêşmerge birîndar bûn û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Îro 11ê Cotmehê birûskê li baregeheke Hêzên Pêşmerge ya li Mîhwerê Xazirê da. Li gorî zanyariyan, birîna Pêşmergeyan ne giran e û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Derbarê çawaniya bûyerê de, Pêşmergeyekî birîndar ragihand: "Derdora saet 10:00ê sibehê bû û em li ser erkê xwe bûn; ji nişkê ve birûskê li projektorekî elektrîkê da û di encamê de ez û sê hevalên min ên Pêşmerge birîndar bûn."

Wî Pêşmergeyî da zanîn, birîna du ji wan sivik e, lê birûskê li pişt û lingên du Pêşmergeyên din xistiye û tên dermankirin.

Ji aliyê xwe ve, Bijîşkiya Hawarhatinê li Nexweşxaneya Lezgîn a Rojavayê Hewlêrê Dr. Solîn diyar kir, rewşa giştî ya her çar Pêşmergeyan cîgir e.

Dr. Solîn da zanîn, tenê êşa Pêşmergeyekî zêdetir e, ji ber ku şewqa elektrîkê ya birûskê bi hêz li masûlkeyên wî ketiye û niha di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.