Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê: Iraq ji bo qonaxa piştî hevpeymanan amade ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê dilniyayî da ku piştî bidawîbûna erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, rewşa giştî ya Iraqê bi temamî aram e û hêzên Iraqî di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne. Herwiha tekez kir ku hevahengiya ewlehiyê ya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, di asta herî baş û berhemdar de ye.
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê Qasim Ebûdî îro 13ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, rewşa Iraqê aram e û bi awayekî berdewam pêdaçûn li ser asta amadehiya hemû hêzên ewlehî û fermî tê kirin, da ku her valahiyeke piştî vekişîna hevpeymanan were tijîkirin.
Qasim Ebûdî aşkere kir ku îro saet 14:00an bi serpereştiya Serokwezîr Elî Zeydî civîneke girîng tê lidarxistin, ku armanca wê pêdaçûna dawî ye li ser asta amadebûna hêzên ewlehiyê.
Ebûdî herwiha got: "Ez bi xwe serpereştiya civîna Cîgirên Wezaretên Ewlehiyê û Dezgehên Ewlehiyê dikim; me civînên berfireh lidar xistine û hemû aliyan bi hûrgilî amadebûna xwe ya ji bo parastina axa welêt nîşan daye. Hêzên Iraqî xwedî amadebaşiyeke pir bilind in û ezmûneke berfireh bi saya perwerde û pevguhertina zanyariyan a ligel hevpeymanan bi dest xistine, lewma rewş cihê dilrehetiyê ye."
Derbarê hevahengiya ligel Hewlêrê de, Şêwirmendê Asayişa Neteweyî yê Iraqê destnîşan kir ku pêwendiya navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta herî baş de ye û hevahengiyeke pir xurt di dosyayên cuda de, bi taybetî di dosyeya ewlehiyê de, heye.
Ebûdî di vî warî de got: "Ez serokatiya Komîteya Bilind a Asayşê ya taybet bi pêwendiyên Iraq û Îranê dikim, û Herêma Kurdistanê jî ligel me endameke sereke ya vê komîteyê ye; lewma hevahengî gelekî baş, hêja û berhemdar e."
Ev nirxandin di demekê de tên, pêwendiyên Iraq û Amerîkayê di sala 2026an de ketine qonaxeke nû, piştî ku her du alî li ser bidawîanîna erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li hev kirin.
Di 30ê Îlona îsal de, hêzên Amerîkayê baregeha xwe ya serbazî ya dawî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vala kiribûn û bi fermî bidawîbûna erkê xwe ya serbazî li Iraqê ragihandibûn.