Li Stenbolê şevbihurka stranên kurdî û farisî hat lidarxistin
Stenbol (K24) – Li Stenbolê di kafeyeke pirtûkan de, şevbihurka muzîkê ya stranên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê birêve çû, ku tê de stranên her çar parçeyên Kurdistanê jî hatin gotin. Di şevbihûrkê de atmosfereke hestiyar serwer bû û beşdariyek ji neteweyên cuda lê kom bûbû.
Çalakiya muzîkê li "Kafeya Pirtûkan a Stenbolê" hat lidarxistin. Di şevbihûrkê de hunermendan bi amûrên mîna tembûr, def, ney û gîtarê awazên resen ên kurdî û farisî pêşkêş kirin. Beşdarên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê û welatiyên biyanî bi hevre guhdariya stranan kirin.
Xwediyê Kafeya Pirtûkan a Stenbolê Hetaw Xan, ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, da zanîn ku armanca sereke ya vekirina vî cihî parastina çand û zimanê kurdî ye li xerîbiyê.
Hetaw Xanê diyar kir ku ev der bûye rawestgehek ji bo kurdan û hezkiriyên edebiyatê: "Ji ber ku ez ji welatê xwe dûr ketim, giringtirîn armanca min parastina zimanê kurdî bû. Min xwest çi ji destê min tê bikim da ku pirtûk û wêjeya kurdî bidim nasîn; hem ji bo xwendevanên kurd hem jî yên ne kurd. Her wiha ev du sal in em her roja şemiyê li vir kom dibin û civata xwendina pirtûkan li dar dixin."
Yek ji dîmenên herî balkêş û hestiyar ên şevê, giriyana welatiyekî faris bû ku ji destpêka bernameyê heta dawiyê di bin bandora muzîk û awazên kurdî de nema û rondikên çavên xwe paqij dikirin.
Ew welatiyê faris hestên xwe wiha anîn ziman: "Zimanê kurdî digel huner, muzîk û tembûrê hestekî pir taybet dide min. Ji xwe koka zimanê farisî û kurdî nêzî hev e û serpêhatiya jiyanê jî dikare hest û zimanê me bigihîne hev. Loma dema ku ez li muzîka kurdî guhdarî dikim, hemû xem û derdên min dibin rondik û mîna bendaveke ku berê wê vebûbe, ji çavên min diherikin."
Beşdarên şevbihûrkê jî hest û nêrînên xwe parve kirin. Welatiya bi navê Sema Akcan destnîşan kir ku divê çand û muzîka kurdî li her derê deng vede û got: "Ez dixwazim ku kultûra me li her deverê pêş bikeve; muzîka me û însanên me werin nasîn û hemû mirov vê dewlemendiyê bibînin."
Welatiyeke din a ku ji bo şevbihûrkê hatibû, bal kişand ser hesreta welêt û got: "Kurd heke ji axa xwe derkevin, li kîjan welatî bin û bibin xwedî çi pêgehê jî, her xerîb in. Lê belê em bi stran û çanda kurdî serbilind in û ez gelekî kêfxweş im ku îro beşdarî vê çalakiya xweş bûm."