Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî: Pêwîst e mafên kurdan li Sûriyeyê werin parastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa giştî û dawîn guhertin û pêşveçûnên li Sûriyeyê û navçeyê de hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û seqamgiriya Sûriyeyê û garantîkirina mafên kurdan û tevahiya pêkhateyan kir.