Wekîlê Wezareta Pîşesaziyê ya Îraqê bi tometa wergirtina bertîlan hat girtin

Nasir Kazim Cibir
Nasir Kazim Cibir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Îraqê Nasir Kazim Cibir di dema wergirtina bertîlan de ji aliyê Desteya Destpakiyê ve hate desteserkirin.

Wekîlê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Îraqê Nasir Kazim Cibir di dema wergirtina bertîlan de ji aliyê Desteya Destpakiyê ve hate desteserkirin.

Çavkaniyeka agahdar îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îraqê (INA) re ragihand ku Wekîlê Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Îraqê Nasir Kazim Cibir hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyaran, hêzeke Desteya Destpakiyê operasyonek kiriye û di nav mala xwediyê kargeheka çîmentoyê de li Semawaya girêdayî Parêzgeha Musenayê, ew berpirs girtiye.

Ew desteserkirin bi tawana eşkere ya wergirtina bertîlan bûye, ku li ser bingeha serederîkirina ligel xwediyê kargehê bi merema pêşkêşkirina hêsankarî û bexşînê bûye.

Wan hêzan di wê çarçoveyê de bi ser cihê navbirî de girtiye û destê xwe danaye ser pereyan, piştre kesê desteserkirî veguhastiye daku rêkarên qanûnî li beranberî wî bên bicihanîn.

Têkoşîna dijî wergirtina bertîlan û gendeliya îdarî yek ji rênimayên serekî yên Desteya Destpakiyê li Îraqê bo çespandina serweriya qanûnê di saziyên dewletê de ye. Girtina berpirsên bilind ên hikûmetê di tawanên bi vî rengî de pêngava kêmkirina binpêkirina qanûnê û parastina serwet û samanê giştî tîne pêş.