Serokwezîrê Îraqê hêzên çekdar ên welatê xwe xistin amadebaşiya bilind

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ferman da ku asta amadebaşiya hêzên çekdar ên welatê wî bo asta herî bilind bê bilindkirin, bi taybetî di kertên hêza asmanî, deryayî û sîstema berevaniya asmanî de.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, belav kir ku Elî Falih Zeydî serpereştiya civîneka taybet kir ku tê de Rêveberê Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Wekîlê Wezareta Plandananê û hejmareka şêwirmendên leşkerî amade bûn.

Di wê civînê de, Serokwezîrê Îraqê cidîtiya hikûmeta xwe li ser dabînkirina hemî pêdivîtiyan bo bihêzkirina şiyanên leşkerî yên hêzên ewlehiyê tekez kir, bi awayekî ku parastina ewlehî, serwerî û parastina ji ax, asman û sînorên avî yên Îraqê bê misogerkirin.

Her di wê civînê de, asta amadeyiya hêzên çekdar ên Îraqê hat nîqaşkirin, bi taybetî ji aliyê dabînkirina kelûpel û teknolojiya leşkerî ya pêşketî bo hêzên asmanî, deryayî û berevaniya asmanî, û di wê çarçoveyê de jî Elî Zeydî ferman kir ku hemî hêzan di amadebaşiya herî bilind de bin bo rûbirûbûna her îhtîmalekê.

Bilindkirina asta amadebaşiya leşkerî û bihêzkirina sîstemên berevaniya asmanî û deryayî yên Îraqê di demekê de tê ku aloziyên ewlehî û leşkerî li deverê ber bi zêdebûnê ve diçin. Parastina serweriya ax û asmanê Îraqê yek ji karên pêşîn ên hikûmeta federal e, bo dûrxistina Îraqê ji encamên pevçûnên herêmî.