Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê diçe Erebistana Siûdiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi serdaneke fermî ber bi Erebistana Siûdiyê ve birê dikeve û biryar e ligel berpirsên payebilind ên wî welatî çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêj bike.
Li gorî zanyariyên Kurdistan 24ê, biryar e îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî serdana Riyadê bike. Tê payîn ku di çarçoveya serdanê de encamên lêkolînên derbarê êrîşkirina ser axa Erebistana Siûdî bên nirxandin. Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî bidawîbûna hevdîtinên xwe yên li Siûdiyê, Zeydî dê serdana Kuweytê jî bike.
Beriya niha biryar bû ku di 29ê Tîrmeha îsal de serdana Elî Zeydî ya ji bo Siûdiyê pêk bihata, lê ji ber êrîşeke hevbeş a Amerîka û Erebistana Siûdî li ser baregehên Heşda Şeibî û çend komên çekdar, serdan hatibû hilweşandin.
Lê belê, piştî wan rûdanan û bi saya çendîn hewldan û navbeynkariyên navxweyî û herêmî, rageşiya di navbera Bexda û Riyadê de heta astekê aram bû. Vê yekê rê xweş kir ku careke din amadekarî ji bo vê serdanê bên kirin, da ku dosyayên ewlehî, aborî û siyasî yên navbera her du welatan careke din li ser maseya danûstandinan bên behskirin.