Vortexa: Dorpêçên Amerîkayê hinardekirina petrola Îranê rawestandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Platforma navdewletî ya şopandina enerjiyê "Vortexa" di raporekê de aşkere kir, dorpêç û givaşên Amerîkayê di meha Cotmehê de, rê li ber hinardekirina petrola xav a Îranê girtiye û hinardeya deryayî ya wî welatî gihandiye asta herî nizm.

Li gorî rapora Vortexayê, hinardeya petrolê ji navçeya Kendavê (ji bilî ya Îranê) di meha Îlonê de ji ber vejandina asta hinardekirina Erebistana Siûdiyê, bo zêdetirî %81ê astên beriya şer bilind bûye.

Di beşeke din a raporê de hatiye diyarkirin, hinardekirina petrola xav a Îranê bi rêya deryayê di hefteya duyem a Îlonê de gihîştiye asta sifirê. Têkçûna hinardekirinê di 14 rojên destpêkê yên wî mehî de rojê 230 hezar bermîl bûye û heta 5ê Cotmehê di wê astê de maye.

Herwiha qebareya petrola xav a Îranê ya di nava keştiyên tanker de li ser deryayê daketiye 83 milyon bermîlan; ji wê hejmarê 43 milyon bermîl ji ber dorpêçên Amerîkayê li rojavayê Tengava Hurmizê asê mane û nikarin bilivin.

Rêvebera Beşa Xetereyên Deryayî li Vortexayê, Claire Jungman derbarê vê rewşê de got: "Dorpêçê ew tişt bidest xist ku sizayên çendîn salan nikaribûn bidest bixin; bi rengekî pratîkî rê li ber derketina petrola xav a Îranê ji Kendavê hatiye girtin."

Jungman bal kişand ser wê yekê jî ku Çînê êdî wekî berê pêwîstiya xwe bi petrola Îranê nemaye, ji ber ku petrola Rûsyayê ew valahî bi temamî dagirtiye.

Vortexayê diyar kir ku hinardeya Gaza Petrolê ya Şilkirî (LPG) ya Îranê jî bi rêjeya %48 li gorî meha borî daketiye û ev jî ji meha Çileya 2023an vir ve asta herî nizm e ku hatiye tomarkirin.

Li aliyê din, bi daketina hinardeya Îranê re, petrola xav a Rûsyayê %80ê wan hinardekirinê pêk aniye ku Vortexa wan wekî "hinardeyên metirsiya bilind" (ji Îran, Rûsya û Venezuelayê) binav dike.

Tevahiya hinardeya van her sê welatan di meha Îlonê de gihiştiye 4.73 milyon bermîl di rojê de, di demekê de ku ev rêje di heman meha sala borî de 6.39 milyon bermîl bû.

Rapora Vortexayê daye zanîn ku hinardeya petrola Rûsyayê (ji bilî xeta CPC û Deryaya Qezwînê) li gorî meha borî bi rêjeya %6 bilind bûye û gihiştiye 3.79 mîlyon bermîlên rojane.