Yekemîn Pêşangeha Navdewletî ya Mêvandariyê li Hewlêrê tê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, îro 14ê Cotmehê yekemîn pêşangeha navdewletî ya taybet bi kerta mêvandariyê deriyên xwe vekir. Hat ragihandin ku ev çalakî dê heta 17ê vê mehê, dewam bike.
Li gorî zanyariyên peyamnêra Kurdistan 24ê Rênas Elî, di pêşangehê de zêdetirî 140 kompaniyên navxweyî û navdewletî beşdar bûne û berhem û teknolojiyên xwe yên nû yên di warê otêl, xwaringeh, alavên mêvandariyê û xizmetguzariyên geştyariyê de nîşan didin. Ji wan, 50 kompaniyên xwecihî ne û 90 şîrketên navdewletî jî ji 10 welatên cuda beşdarî çalakiyê bûne.
Ev pêşangeh ku bi navê "Hospex" tê nasîn, di asta xwe de yekemîn pêşangeh e ku bi taybetî ji bo alav û pêdiviyên otêl, xwaringeh, mal û cihên giştî hatiye veqetandin.
Armanca sereke ya lidarxistina vê çalakiyê, geşepêdan û bihêzkirina kerta geştyariyê ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herwiha tê armanckirin ku kompaniyên biyanî ber bi herêmê ve bên kişandin, bazar ji berhemên navxweyî re bê peydakirin û pireke bihêz a peywendiyên bazirganî di navbera kompaniyên navxweyî û yên derve de bê avakirin.
Pêşangeha ku Kurdistan 24 sponsora wê ya medyayî ye, rojane ji demjimêr 11:00ê beriya nîvro pêşwaziya mêvan, karsaz û serdankeran dike.