PSK: Çekdanîna PKKê di berjewendiya Kurdan de ye, lê ne çareseriya pirsa Kurd e
Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) encamnameya civîna xwe ya berfireh bi dirûşma "Dem ne dema bêhêvîtiyê ye" ji raya giştî re ragihand. PSKê diyar kir ku rawestandina şer û çekdanîna PKKê di berjewendiya gelê Kurd de ye, lê belê nîşandana vê yekê wekî çareseriya pirsa Kurd manipûlasyoneke mezin e.
Meclisa PSKê ku di 11ê Cotmehê de li Diyarbekirê civiya bû, îro 14ê Cotmehê bi daxuyaniyeke nivîskî encamnameya civîna xwe belav kir û tê de geşedanên li Tirkiye, çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn nirxandin.
Li gorî encamnameyê, krîza kûr a li Tirkiyeyê encama polîtîkayên sed salî yên înkar û zextê ye ku rêjîm aniye ber xetimandin û rizandinê. PSKê bal kişand ser gotûbêjên li ser "pêvajoyeke nû" li Tirkiyeyê û rexne li desthilatdariya wî welatî girt ku hewl dide binavkirina "Tirkiyeya Bêteror" pirsa Kurd tenê bi çek û PKKê ve girê bide.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, çekdanîna PKKê û dawîlêanîna şer û pevçûnan di serî de di berjewendiya gelê Kurd de ye û divê gavên qanûnî û îdarî yên pêwîst bên avêtin. Lê belê nîşandana çekdanîna PKKê wekî çareseriya pirsa Kurd, manipûlasyoneke tam û berovajîkirina rastiyê ye. Daxwazên rewa yên gelê Kurd ên wekî nasîna nasnameyê, perwerdeya bi zimanê zikmakî û xwerêveberiyeke li ser bingeha sîstemeke federal, bi van hewldanan nayên piştguhkirin."
Daxuyaniya Meclisa PSKê wiha ye:
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye
Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) ku di 11ê Çiriya Pêşîn a 2026an de li Diyarbekirê civiya, geşedanên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê û mijarên din ên di rojeva xwe de nirxand û biryar da ku ev encamên jêrîn bi raya giştî re bên parve kirin.
Qeyrana ku li Tirkiyeyê ji ber înkarkirina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd derketiye holê, roj bir roj kûrtir dibe. Berdewamîya siyaseta li ser red, înkar û zextê ya derbarê pirsa Kurd, rêjîmê ji gelek aliyan ve aniye asteke xetimandin û rizandinê.
Tevî ku ev rastî bi hemû zelaliya xwe li ber çavan e jî, rêvebirên Tirkiyeyê naxwazin daxwazên azadiya neteweyî yên Kurdan bibînin. Ev du sal in li Tirkiyê behsa “pêvajo”yeke tê kirin, lê bi gotinek jî behsa pirsa Kurd û çareseriya wê nayê kirin. Dewleta Tirk pêvajoya ku daye destpêkirin wekî “Tirkiyeya Bêteror” bi nav dike; bi vê yekê ji aliyekî ve hewl dide daxwazên azadiya neteweyî yên gelê Kurd piştguh bike, ji aliyê din ve jî bi yekkirina pirsa Kurd û PKK/terorê re hewl dide vê pirsê krîmînalîze bike.
Ji ber çi sedem û hincetê dibe bila bibe, çekdanîna PKKê, dawîlêanîna şer û pevçûnan di serî de di berjewendiya gelê Kurd da ye. Ji bo vê yekê divê gavên qanûnî û îdarî yên pêwîst di zûtirîn dem de bêne avêtin.
Ji aliyê din ve, nîşandana çekdanîna PKKê wekî çareseriya pirsa Kurd, manipûlasyoneke tam û berovajîkirina rastiyê ye. Tu Kurdek bi van hewldanên xapandin û berovajîkirinê bawer nake.
Rastiyekê eşkere ye ku îro meseleyekê bi navê Kurd û Kurdistanê heye. Gelê Kurd mîna her neteweyî dixwaze li welatê xwe azad û bi rûmet bijî. Daxwaz dike ku nasname û hebûna wî ya neteweyî bi awayekî qanûnî bê nasîn, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Herwisa, gelê Kurd dixwaze li welatê xwe Kurdistanê xwe bi xwe îdare bike. Ev daxwazên gelê Kurd rewa ne, li gorî hiqûqa gerdûnî ne û pêkan e ku di nav sîstemeke federal de pêk werin.
Tecrubeyên sed salî nîşan didin ku bi siyasetên înkar û zextê daxwazên mafdar ên gelê Kurd ji holê ranabin. Berevajî vê, siyasiya red û înkarê ya li ser pirsa Kurd, rêjîma li Tirkiyeyê vediguherîne sîstemeke bêtir otorîter û zordar. Destkeftiyên demokratîk ên qismî yên li Tirkiyeyê ji holê radike. Sîstema talan û dizîyê kûrtir dike. Rizandina siyasî û civakî leztir dike.
Sedema bingehîn a birçîbûn, hejarî û tunebûna giran a li Tirkiyeyê, siyasetên înkar û tundûtûjiyê ye ku derbarê pirsa Kurd têne meşandin. Yên ku bi mûçeyê herî kêm dixebitin, bi milyonan teqawid û bi deh milyonan kedkar di şert û mercên ku li dijî mirovatîyê da neçar dijîn. Bi rêya sîstema banke, faîz û borsayê ya li Tirkiyeyê, pereyên gel têne dizîn û pêşkêşî çend dizan têne kirin. Skandala borsa û fonê ku di dema dawî de derketiye holê nîşan dide ku sîstema talan û destserkirinê li Tirkiyeyê gihîştiye astekê qanûnî.
Hemû ev rastî vê yekê nîşan didin: Heta ku gelê Kurd negihîje azadiyê, ne pêkan e ku gelê Tirk jî bigîhî azadî, demokrasî û aramîyê.
Di vê çarçoveyê de, hewldanên ji bo çekdanîna PKKê yên li Tirkiyeyê eger bi perspektîfa demokrasî û çareserkirina pirsa Kurd a li ser bingeha wekheviyê bê domandin dê wateyekê xwe hebe..
Di vê navberê de, şerê ku DYAyê û Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin, tevî hinek hewldanên dîplomatîk jî, berdewam dike. Tevî ku di şer de derbeyên mezin wxaribe jî, rêjîma paşveru ya li Îranê hemû welatên herêmê dike armanc û wêranîya şer kûrtir dike. Rêjîma mêtingehkar a li Îranê, wargehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên di hundirê sînorên Herêma Kurdistanê de bê rawestan bombe dike. Heta ku ev rêjîm li ser piyan bimîne, ne pêkan e ku aştî û aramî li herêmê pêk bê. Yekane rêya çareseriyê ew e ku bi têkoşîna hevpar a hemû gelên li Îranê, tevî gelê Kurd, ev rêjîm bê hilweşandin û li Îranê sîstemeke piralî, demokratîk û federal bê avakirin.
Di dema dawî de vekişîna DYA û hêzên Koalîsyonê ji Iraqê kêfa dijminên Kurdistanê anîye. Bi taybetî aliyên dijî Kurd ên li Tirkiyeyê, vekişîna DYA û hêzên Koalîsyonê wekî derfetekê ji bo ji holê rakirina destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê dibînin û li çepikan dixin. Bila dijminên gelê Kurd vê yekê bizanibin: Gelê Kurd miletê ku evîndarê azadiya xwe ye. Gelê Kurd ku ji bo destkeftiyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bi sed hezaran bedel dane, îro jî amade ye ku ji bo parastina wan heman bedelî bide û daxwazên dijminan di gewrîya wan de bihêle.
Rêya parastina destkeftiyên neteweyî û dîrokî yên li Başûrê Kurdistanê ew e ku pêşmergeyên ku di bin yek sîwanê de hatine civandin bibin artêşeke rêkûpêk û dezgehî. Divê parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bicive û hikûmeteke ku bikaribê bi serî pirsgirêkên li pêş Herêma Kurdistanê re derbikeve bê avakirin. Parastin û pêşvebirina destkeftiyên neteweyî yên li Başûrê Kurdistanê, di pêkanîna peymanekê neteweyî ku hemû aliyên siyasî di nav de bin û avakirina rêveberiyeke navendî de derbas dibe.
Ji aliyê din ve, partiya me êrîşên ku rêveberiya cîhadîst a Şamê û hêzên girêdayî wê li dijî gelê me yên li Başûrrojavayê Kurdistanê pêk tînin bi fikar dişopîne. Partiya me hewldanên qedexekirina zimanê Kurdî û her cûre planên êrîş û xirabkariyê yên li dijî civaka sivîl bi tundî şermezar dike. Baweriya me tam e ku li Sûriyeyê, gelê me xwedî wê ezmûn û hêza têkoşîna dîrokî ye ku dê bikaribe azadiya xwe ya neteweyî bi dest bixe.
Di roja îroyîn da, zehmetî û astengiyên ku gelê me li çar parçeyên Kurdistanê de rûbirû ye demkî ne û ne mimkune ku wisa bidomin.
Dem dema bêhêvîtîyê nîne.
Zanebûn û îradeya azadiyê ya gelê me ji her demê bêtir bilind e.
Partiya me careke din piştrast dike ku azadî di yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar re derbas dibe û vê prensîbê wekî stratejiyeke bingehîn dipejirîne. Di vê çarçoveyê de, partiya me nirxekî mezin dide hewldana îttifaqa neteweyî ku di 14ê Adara 2026an de li Diyarbekirê dest pê kiriye û bi berpirsiyariyeke tam hewl dide piştgirîyê li vê xebatê bike.
14.10.2026
Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistanê
(PSK)