Amerîka mezintirîn çekê neatomî ji bo lêdana binesaziya Îranê amade dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tora nûçeyan a CNNê ragihand, rêveberiya Amerîkayê bijardeya bikaranîna bombeya "GBU-43/B" ku wekî "Dayika Bombeyan" tê naskirin, li dijî Îranê gotûbêj dike.
Li gorî zanyariyên ku CNNê ji zarê berpirsên Amerîkî veguhestine, artêşa Amerîkayê planên leşkerî yên bo lêdana binesaziya enerjiyê û navendên atomî yên Îranê amade kirine. Cîbicîkirina vê planê rasterast bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo destpêkirina operasyonên leşkerî ve girêdayî ye.
Berpirsên Amerîkî ji CNNê re diyar kirine, artêşa Amerîkayê bi awayekî berdewam bijardeyên leşkerî pêşkêşî Trump dike. Serokê Amerîkayê ferman daye fermandarên leşkerî ku bo rûbirûbûna Îranê bijardeyên zêdetir amade bikin, ku di nav wan de lêdana binesaziyên hestiyar û stratejîk ên wî welatî jî cih digirin.
Di heman demê de, berpirsekî Wezareta Ceng a Amerîkayê (Pentagon) ji tora navborî re ragihand, Washington xwe bo hemû senaryoyên berfireh li dijî Îranê amade dike û artêş jî li hember her karvedan û bersiveke gengaz a Tehranê di amadebaşiya tam de ye. Heman berpirsî daye zanîn ku hinek armancên li dijî Îranê hatine destnîşankirin, pêwîstiya wan bi bikaranîna "Dayika Bombeyan" heye.
Li gorî rapora CNNê, bikaranîna vê bombeyê — ku di cebirxaneya Amerîkayê de mezintirîn çekê neatomî ye — dibe sedem ku aloziyên li navçeyê bigihin asteke gelekî metirsîdar. Tevî vê yekê, hinek ji wan berpirsên ku ji hûrgiliyên planên leşkerî agahdar in, gumanên xwe li ser wê yekê veneşartine ka gelo ev bombe dê karibe armancên stratejîk ên Washingtonê pêk bîne yan na; lewma ev mijar hîn jî nehatiye yekalîkirin û li ser maseyê maye.