Trump: Şerê li dijî Îranê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibe û nirxê benzînê jî dakeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, arîşeya li gel Îranê dê di demeke pir nêzîk de were çareserkirin. Trump her wiha da zanîn ku nirxê enerjiyê dê vegere asta xwe ya beriya destpêkirina şer.

Donald Trump di daxuyaniyekê de li eyaleta Arizonayê diyar kir, operasyonên leşkerî dê zû bi dawî bibin û got: "Yekser piştî bidawîbûna şer, dê nirxê benzînê dakeve." Trump da xuyakirin ku nirxê benzînê dê bigihe astekê ku ji asta beriya şer jî kêmtir be. 

Serokê Amerîkayê di daxuyaniyeke din de got: "Karê Îranê dê pir zû bidawî bibe." Bi vê yekê jî tekez kir ku rûbirûbûna leşkerî ya li gel wî welatî dê di demeke nêzîk de yekalî bibe.

Trump her wiha destnîşan kir ku Tehranê di vî şerî de ziyaneke mezin dîtiye û got ku êdî Îran ne xwediyê serkirdayetiyê ye, ne jî hêza wê ya asmanî yan deryayî maye.

Derbarê sedemên rûdana şer de, Serokê Amerîkayê anî ziman ku diviyabû Washington piştrast bibûya ku Îran nabe xwediyê çeka navokî. Trump Îran wekî gefeke xeternak binav kir eger destê wê bigihe çekên atomî û Tehran tohmetbar kir ku bi dirêjahiya salan mezintirîn piştevanê terorê bûye li cîhanê.

Trump destnîşan kir ku eger rê li ber bihata vekirin, Îranê dê di nava 24 saetan de çekê atomî bikar bianiya û hişyarî da ku vê yekê dê karesatên mezin li Rojhilata Navîn bi xwe re bianiyana.

Serokê Amerîkayê her wiha amaje bi wê yekê kir ku Îrana xwedî çekê navokî, dê bibûya gef li ser Ewropa û beravên rojavayê Amerîkayê jî, û ev yek wekî hincetekê ji bo operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê binav kir.

Di dawiya axaftina xwe de, Donald Trump tekez kir ku lêçûna rêgirtina li Tehranê ya ji bo bidestxistina çekê atomî, li hember wan metirsiyên mezin ên ku eger Tehran bibûya xwedî wî çekî derdiketin holê, baceke pir hindik û kêm e