Besê Hozat: Heta ku Ocalan û Demîrtaş di zîndanê de bin, em baweriyê bi pêvajoya aştiyê nakin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat hişyarî da ku bêyî gavên pratîkî û guhertinên yasayî ji aliyê Enqereyê ve, pêvajoya aştiyê bipêş nakeve. Hozat herwiha ragihand, hemû hêzên wan ji navxweyê Tirkiyeyê vekişiyane û daxwaza azadkirina Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş kir.
Besê Hozat di hevpeyvînekê de derbarê nîqaşên çekdanînê de diyar kir, şewitandina çekan ji aliyê wan ve gaveke sembolîk bûye, da ku biryardariya xwe ya li ser stratejiya siyaseta demokratîk nîşan bidin. Lê tekez kir ku divê dewleta Tirkiyeyê jî di warê qanûnî û demokratîk de gavên şênber bavêje.
Hozat bal kişand ser girtina siyasetmedaran û got: "Di rewşekê de ku siyasetmedarên wekî Selahattîn Demîrtaş di zîndanê de bimînin, ne ti kes û ne jî ti çekdarek bawer dike ku zemîna siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê hebe."
Derbarê rewşa hêzên wan ên çekdar de jî, Hozat aşkere kir ku tevahiya hêzên wan ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişiyane û niha ti şervanekî wan li hundirê wî welatî nemaye.
Hevseroka KCKê destnîşan kir ku bêyî derxistina yasayên berfireh û azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û tevahiya kadroyên wan, pêvajo biser nakeve. Herwiha hişyarî da ku nabe ev pêvajo ji aliyê hikûmetê ve ji bo berjewendiyên hilbijartinê wekî amûreke “kuştina demê” were bikaranîn.
Li ser kanalên peywendiyê jî, Besê Hozat aşkere kir ku kanalên diyalogê di navbera wan û dewletê de hene û bi rêya şandeyan nêrînên xwe gihandine Ocalan. Destnîşan kir, rêkeftinek hebû da ku rojnamevan û aliyên peywendîdar serdana Îmraliyê bikin, lê belê heta niha di vî warî de ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin.
Di dawiya axaftina xwe de, Hozat amaje bi daxuyaniyên Devlet Bahçelî kir û got ku her çend daxuyaniyên Bahçelî yên li destpêka pêvajoyê erênî bûn jî, ew gotin nehatine veguhastin bo gavên pratîkî û qanûnî, lewma ev rewş gumanan li cem wan çêdike ka gelo ev yek polîtîkaya kuştina demê ye an na.