PDKê kandîdên xwe yên bo Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Avedankirinê aşkere kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) navên kandîdên xwe yên fermî ji bo wergirtina postên Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Avedankirin û Niştecîkirinê aşkere kirin.
Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdulxefar îro 15ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e îro Parlamentoya Iraqê bicive. Armanca vê civînê dengdan e li ser temamkirina kabîneya hikûmeta Elî Zeydî û dagirtina wan postên wezaretan ên ku heta niha vala mane.
Berdevkê Fraksiyona PDKê da zanîn, partiya wan kandîdên xwe yên fermî bo şayisteyên xwe yên di kabîneya nû ya hikûmetê de destnîşan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku Faris Şêx Sidiq Brîfkanî ji bo posta Cîgirê Serokwezîrê Iraqê hatiye kandîdkirin. Herwiha Rêbaz Hemlan ji bo wergirtina posta Wezîrê Avedankirin û Niştecîkirinê hatiye destnîşankirin.
Biryar e îro saet 19:00an rûniştina Parlamentoya Iraqê bo dengdana li ser temamkirina kabîneya Serokwezîr Elî Zeydî were lidarxistin. Rûniştin dê girtî be û rê naye dayîn ku dezgehên ragihandinê tê de amade bibin.
Rojeva vê rûniştinê hatiye veqetandin bo dengdana li ser kandîdên postên cîgirên Serokê Encûmena Wezîran, wan wezaretên ku heta niha vala mane û herwiha biryardan li ser pêkanîna çend wezaretên nû.