“Mîrac Ural” berpirsê sereke yê Komkujîya Banyasê ya 2013an hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Îstîxbarata Giştî ya Sûriyeyê ragihand, tometbarê sereke yê komkujiya Banyasê ya sala 2013an Elî Keyalî, ku bi navê "Mîhraç Ural" tê naskirin, di dema hewla reva bo derveyî sînor de hatiye desteserkirin.

Keyalî serkêşiya komeke çekdar dikir ku di salên şêr navxwe ya Sûriyeyê de mil bi mil ligel hêzên rêjîma hilweşiyayî beşdarî çewisandin, zordarî û serkutkirina gelê Sûriyeyê bûbû. Wî li çendîn navçeyên cuda yên welêt tawan û komkujiyên hovane pêk anîbûn; ji wan ên herî bixwîn komkujiyên gundê El-Beyda û taxa Ras El-Nebî yên ser bi devera Banyasê ve bûn.

Li gorî amarên belgekirî yên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di komkujiya gundê El-Beydayê de 264 sivîl bi awayekî hovane hatibûn kuştin ku di nava wan de 36 zarok û 28 jin hebûn. Her wiha di komkujiya taxa Ras El-Nebî ya Banyasê de jî 195 sivîlan canê xwe ji dest dabû ku 56 ji wan zarok û 43 jî jin bûn.

Mîhraç Ural di sala 1956an de li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê ji dayik bûye. Wî piştî ku di sala 1982an de ji girtîgehê ber bi Sûriyeyê ve reviya, bi rêya hevjîna xwe ya bi navê "Melek El-Fadil" — ku xizmatiya wê bi serokê rêjîma hilweşiyayî re hebû — pêwendiyên bihêz bi malbata desthilatdar re danîbû û li wî welatî ji gelek îmtiyaz û destkeftên taybet sûd wergirtibû.