Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba pêşhatên li Sûriyeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Serokê Tevgera El-Xed ya Sûriyeyê Ehmed Cerba kir.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan derbarê dawîn pêşhat û guhertinên li Sûriye û navçeyê bi giştî de bîr û nêrînên xwe parve kirin.