Îrmez: Ger Ocalan wekî muxatabê sereke yê proseyê neyê dîtin prose pêş nakeve

Enqere (K24) – Li Tirkiye di warê çareseriya Pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê de tevî gavên teknîkî û biryarên avakirina komîsyonan, rola rêberê PKKê Abdullah Ocalan wekî xala herî girîng û diyarker derdikeve pêş. Parlamenter û endamên DEM Partiyê jî destnîşan dikin ku bêyî diyarkirina fermî ya statu û mercên xebatê yên azad ji bo Ocalan prose pêş nakeve.

Li Tirkiyeyê tevî ku yasaya çarçoveyê di parlamentoyê de hat qebûlkirin jî dewletê hîn gavên şênber neavêtine. Beramberî vê, Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan ragihand ku wan hemû hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandine da tu hincet ji dewletê re nemînin. Di vê pêvajoyê de ji bo vegerek sîstematîk û çekdanînê, rol û statuya rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî wekî xala sereke tê dîtin û tê destnîşankirin ku bêyî diyarkirina fermî ya statuya Ocalan prose pêş nakeve.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî ÎRMEZ di vî warî de got: “Statuya rêzdar Ocalan ku niha li Girava Îmraliyê ye heta hiqûqî û siyasî pênasekirineke wê neyê kirin, ji derveyî wê wekî muxatabê sereke yê vê pêvajoyê jî neye dîtin; em nikarin bibêjin dê pêvajo ber bi qonaxeke din ve jî biçe. Çimkî şert û mercên tevgera PKKê yek jî ew bû hem şert û mercên wî bên guherandin hem jî statuya wî bê pênasekirin û ew heqîqeta rêzdar Ocalan ku bi taybetî ya tê de êdî bê binavkirin.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî di komcivîna xwe de da zanîn ku divê Lijneya Aştiyê û Siyasîbûnê ya ku dê Abdullah Ocalan koordînasyona wê bike, zû dest bi xebatên xwe bike û diyar kir ku gotina Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ku “koordînasyona siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye” girîng e.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî ragihand: “Li gorî yasayê Lijneya Koordînasyonê civiya û komîsyonên mîna Bêçekkirin û Stratejiyê ragihand lê a girîng aliyê wê siyasî ye. Çimkî aktor û muxatabê sereke rêzdar Ocalan e. Loma, ji bo birêvebirina saxlem a proseyê, rewa ye ku mercên xebatê yên azad ji Rêzdar Ocalan re bên afirandin. Pêvajo ji biryarên teknîkî yên komîsyonan zêdetir, bi rol û muxatabiya Ocalan birêve diçe û herkes dizane; encam bi gava wî ve girêdayî ye.”

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum jî di 17ê Îlonê de diyar kiribû ku dê di Komîsyona Jêrîn a Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk a di bin banê Desteya Koordînasyona Hevgirtin û Biyekbûnê ya Neteweyî de wezîfe bidin Ocalan. Uçum gotibû ku armanca van peywendiyên temamkirina tesfiyekirin û bêçekkirina PKKyê ye.