11 wezîr û sê cîgirên Serokwezîr baweriya Parlamentoya Îraqê bi dest xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Parlamentoya Îraqê bi amadebûna 261 parlamentaran û bi merema temamkirina kabîneya Elî Zeydî hat destpêkirin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê Şivan Cebarî, sê ji cîgirên Serokwezîrê Îraqê dengên pêdivî bi dest xistin û hatin hilbijartin, ku ev in: Muhsin Mendelawî, Leys Xezelî û Mihemed Temîm.
Herwesa di wê civînê de çend wezîrên nû ji bo kabîneyê hatin hilbijartin:
- Rêbaz Hamlan: Wekî Wezîrê Avadanankirin û xwecihkirinê hat hilbijartin.
- Nayîf Şemerî: Wekî Wezîrê Berevaniyê hat hilbijartin.
- Yasir Malikî: Wekî Wezîrê Navxweyî hat hilbijartin.
- Quteybe Xazî Mecîd: Wekî Wezîrê Plandanînê hat hilbijartin.
- Yasin Îsawî: Wekî Wezîrê Rewşenbîriyê hat hilbijartin.
- Mihemed Mûsawî: Wekî Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî hat hilbijartin.
- Sefa Kînanî: Wekî Wezîrê Werziş û Lawan hat hilbijartin.
- Elî Dexîlî: Wekî Wezîrê Geştyariyê hat hilbijartin.
- Mihemed Seman: Wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Pêkhateyan hat hilbijartin.
- Mihemed Sahib Deracî: Wekî Wezîrê Aborî û Dîjîtalî hat hilbijartin.
- Heyder Beha: Wekî Wezîrê Xwendina Bilind hat hilbijartin.
Lê hilbijartina Fars Birîfkanî bo postê Cîgirê Serokwezîr û Rua Amir Salim bo Wezîra Koç û Koçberan hat paşxistin.