Amerîkayê ceza danan ser bankeke Îraqê û çend torên darayî yên Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li ser bankeke Îraqî, du bankên ofşor ên Îranî, bankeke Kubayî û toreke aloz a banka sêber sepandin, ku bi spîkirina bi sedan milyon dolaran û şikandina dorpêçên navdewletî bo feydeyî Artêşa Pasdaran hatine tohmetbarkirin.
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê îro Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku cezayên giran li ser Banka Pêşxistina Navdewletî bo Veberhênan û Darayî (IDB) li Îraqê sepandine. Sedema vê biryarê jî bo wê yekê vedigere ku wê bankê hêsankariyên darayî û bidestxistina dolarê Amerîkayî bo hikûmeta Îranê û komên çekdar ên nêzîkî Tehranê li navxweya Îraqê dabîn kirine.
Li gorî belgedaneyên wê wezaretê, banka IDByê xirapkarî di tevlîbûna di mezada berê ya diravê biyanî de kiriye û piştî daxistina tayê "Banka Millî" ya Îranê li Îraqê ji ber cezayan, sermayeya wê bo vê bankê hatiye veguhastin û mehane qazancên bazirganiya wê bi dolarî bo Îranê hatine birêkirin. Herwesa rêveberiya niha ya wê bankê di bin bandora bazirganekî duwelatî yê Îraqî-Îranî yê girêdayî Feyleqa Qudsê ya Artêşa Pasdaran de ye.
Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent di derheqa sepandina van cezayan de ragihand: "Bendik dê di stûyê aborî yê wî welatî bê tundkirin û heta yên ku ji wan re tê gotin hevpeymanên wê jî dê nekarin wê rizgar bikin. Wezareta Gencîneyê destan danahêle heta ku xezîneya rejîma Îranê bi tevahî vala nebe û hemî wan şademarên darayî yên ku piştgiriyê li maşîna wê ya şer dikin neyên qutkirin."
Armanckirina bankên derve û kerta petrolê
Di pareka din a biryaran de, cezayan her du bankên ofşor ên "Banka Navdewletî ya Cezîreyê" ya girêdayî Banka Miletê û "Banka Navdewletî ya Çabeharê" ya girêdayî Banka Şarê vegirtine, ku di deverên azad ên bazirganiyê de bo derbazbûna ji cezayan hatine çêkirin. Herwesa Wezareta Derve ya Amerîkayê cezayên giran li ser Banka Navdewletî ya Bazirganî ya Kubayê (BICSA) jî sepandin, ji ber pêşkêşkirina xizmetkariyan bo Banka Karafirînî ya Îranî.
Di kerta petrolê de jî, Wezareta Gencîneyê cezayên giran xistin ser Seyîd Ruhûllah Rezewî, ku bazirganekî diyar ê petrolê ye û li Dubayê dimîne. Navbirî bi birêvebirina hinardekirina neqanûnî ya bi milyonan bermîlên petrola Îranê bi rêya kompaniyên sêber li Hong Kong, Îmarat û Tirkiyeyê, û guhartina dahatê wê bo zêr û kaş û veguhastina wê bi rêya geştên hêla asmanî ya "Mahan Air"ê bo Tehranê û komên çekdar ên deverê tohmetbar e.
Torên lihevguhartina diravî û cezayên lîsteya duyê
Herwesa cezayên nû, heft fermanberên kompaniya "Farab Suroosh Qeshm"ê ya girêdayî Banka Şarê, kompaniya Elitesphereyê ya Hong Kongê, û pênc nivîsîngehên lihevguhartina diravî wekî nivîsîngehên "Hosseini Parsa", "Najafzadeh", "Jalali" û "Bawi"yê, ji ber spîkirina bi sedan milyon dolaran bo dezgehên leşkerî û hikûmî yên Tehranê.
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê tekez jî kir ku tevahiya darayî û milk û malên wan kes û saziyên cezadayî li navxweya Amerîkayê an di bin desthilata kesên Amerîkayî de tên cemidandin. Herwesa hişyarî jî da ku her saziyeke darayî ya biyanî li seranserî cîhanê, ku karûbarên mezin ligel van kes û toran bike, dê rûbirûyî cezayên tund ên lîsta duyê bibe û peydakirina sîstema bankî ya Amerîkayê û dolarî dê lê bê qedexekirin.