Fuad Husên: Zirara Îraqê di şerê deverê de 60 milyar dolar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê bal kişand ser peywendiyên Bexdayê ligel Vatîkan û Amerîkayê, eşkere jî kir ku Îraq bûye qurbaniya berfirehbûna pevçûnên herêmî û ji ber rawestandina hinardekirina petrolê nêzîkî 60 milyar dolar zirarên darayî dîtine.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên Îro În, 16ê Cotmeha 2026ê, taybet bo Kurdistan24ê di derheqa rûdanên deverê û şerê Îranê de ragihand: "Îraqê ji destpêkê ve bi zelalî ragihandiye ku bi ti awayî nabe parek ji wî şerî, lê ji ber berfirehbûna meydana şer, êrîş li ser welatê me hatine kirin û qurbanî çê bûn, lewma ez dikarim bibêjim ku Îraq bûye qurbaniya pevçûnên navbera wan aliyên ku tevlî şer bûne."
Ji aliyê aborî jî ve, navbirî ragihand ku ji ber şer û daxistina Tenga Hurmizê, hinardekirina petrola Îraqê bi tevahî rawestiyaye, vê yekê jî bargiraniyeka zêde ya darayî bo hikûmetê çê kiriye ji ber ku aboriya Îraqê bi awayekî serekî pişta xwe bi firotina petrolê germ dike. Herwesa got: "Di vê demê de ji ber vê rewşê, bi bihayê nêzîkî 60 milyar dolaran zirar gehiştiye Îraqê."
Di pareka din a axaftina xwe de di derheqa peywendiyên navbera Bexda û Waşintonê de piştî vekişîna hêzên hevpeymanan, Fuad Husên tekez kir ku peywendiya navbera her du welatan li ser bingeha lihevkirina stratejî ye û tenê li ser mana hêzên leşkerî ava nebûye heta bi çûna wan hêzan bi dawî bibe, belku niha werçerxanek di peywendiyan de çê bûye û li şûna kerta leşkerî, giringiyeke zêdetir bi pêşxistina kerta aborî tê dan.
Di derheqa peywendiyên Îraq û Vatîkanê de jî, Wezîrê Derve amaje da wê yekê ku di civînên xwe de ligel aliyê Vatîkanê, rewşa jîn û jiyara Kiristiyanên Îraqê ji nêzîk ve nîqaş kiriye. Tekez jî kir ku Kiristiyan pêkhateyeke gelek giring, kevnar û resen a Îraqê ne û parastina maf û pêgeha wan erkê serekî ye.